WAN
Enstituya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ji bo berhemên kurdî yên destxet ên kevn derxe holê xebatan dike.
Enstitu 2 sal berê hat avakirin û niha li Tirkiye, Rûsya, Îran û Iraqê xebatan dike ku berhemên destxet ên kevn derxe holê.
Midûrê Enstituya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Doç. Dr. Vecîhî Sonmez ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di zanîngehê de avakirina Şaxa Makezanista Çand û Zimanê Kurdî gaveke gelekî girîng bû û ev şax niha li ser ziman û edebiyata kurdî xebatên hêja dike.
Sonmez got ku jê 11 ji Iraqê bi giştî 120 xwendekar li enstituyê perwerdeyê dibînin.
Sonmez wiha axivî:
"Me demek berê berhema Mele Xelîlê Hizanî wek pirtûk amade kir û em hêvî dikin ku ji bo xebatên kurdî di pêşerojê de ew berhem bibe alîkar. Ji bilî vê him em û him jî enstituyên din dixebitin ku berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Şemsedînê Xelatî û yên din bi hûrgilî derkevin holê. Di dîrokê ji bo ku ev berhem dernekevin pêş bi zanetî an ne zanetî hewl hatine dayîn. Niha ji saya van enstituyan li ser ziman û edebiyata kurdî xebat zêde bûn."
Sonmez daxuyand ku ew hewl didin ku pirtûkxaneyan jî ava bikin û wiha axivî: "Em ji bo pirtûkxaneyan jî ava bikin dixebitin. Ji bo vê pêşiya me vekiriye û pêşeroja me jî ronahî ye. Em ji welatiyan piştgiriyê dixwazin. Yên ku di destên wan de berhemên kevn hene bila alîkariya me bikin."
Sonmez got ku xwendekarekî wan li ser berhemên kurdî yên ku di pirtûkxaneya li bajarê Kirmanşaha Îranê dixebite û wiha axivî:
"Me hevalekî xwe wezîfedar kir ku lêkolînê bike. Heke li wir berhemek dît ew ê wan fotokopî bike û ew berhem wê li pirtûkxaneya vir de jî cih bigre. Hê di destê me de xebatek wiha tunebe jî em ji bo vê dixebitin. Welatiyên me yên ku di malên wan de berhemên kurdî hene jî bila wan bidin me ku em li ser xebatan bikin û ew berhem derkevin holê."