Türkan Tosun
27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
YALOVA
Hat ragihandin vîllaya li Yalovayê ya ku ji ber kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçî duh tê da lêgerîn hat kirin, ji ber ku qaçax e demek berê şaredariyê 33 hezar lire ceza daye xwediyê wê.
Polêsan duh di vîllaya xwediyê wê Mihemed Ehmed A. Alfaozanê welatiyê Erebistana Siûdî ye da lêgerîn kiribûn.
Hat tespîtkirin ev vîlla qaçax e, ne li gor îmarê ye û di qeydên fermî da jî wek zevî hatiye qeydkirin.
Şaredariyê ji ber vîllaya ku di Tebaxa 2015an da qaçax hatiye çêkirin di Çileya Paşîn a 2016an da 33 hezar lire ceza biriye.