WAN
Li Başkaleya navçeya Wanê 21 qaçaxên ji Pakîstanê hatin girtin.
Li gor agahiyan tîmên Fermandariya Qereqola Cendirmeyan ên Eşmepinarê dema dewriye digeriyan, dîtin ku komek li eraziyê peya dimeşe.
Cendirme lê ketin şikê û kom dane sekinandin. Piştî kontrolê hat dîtin ku ev kes qaçax in û bi dereqanûnî hatine Tirkiyeyê.
Cendirmeyan 21 qaçaxên ku di nav wan de jin û zarok jî hene binçav kirin.
Hat ragihandin ku piştî karê wan ên fermî cendirmeyê wan teslîmî Midûriyeta Şaxa Biyaniyan a Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr bikin.