Abdullah Tel
26 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi têlefonê bi Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Adil el-Cubeyr ra axivî.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan Wezîr Çavuşoglu û hevpîşeyê wî yê Siûdî ji ser têlefonê axivîn.
Hat ragihandin ku herdu wezîr di hevdîtinê da li ser meseleya zelalkirina bûyera kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi û têkiliyên dualî sekinîn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan eşkere kiribû ku wê Serdozgerekî Siûdî ji ber bûyerê bê Tirkiyeyê.