Nihat Kavşut
26 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
DIYARBAKIR
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Armanca me ya sereke ya di vê civînê da çareseriyeke eskerî nîne, em ê li gorî rastiya siyasî û rêgezên tevgerê ji bo çareseriyê, li ser temînkirina rêyên nû bisekinin û wan mijaran binirxînin. Di vê çarçoveyê da Birêz Serokomarê me wê hewlên ku bi mebesta parastina mutebaqata Îdlibê tên dayîn û rê li ber binpêkirinên ji ber rejimê pêk tên dê bîne rojevê û wan mijaran binirxîne."
Kalin beşdarî "Kongreya Diyarbekirê ya Navneteweyî" bû ku bi destê Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê û Şaxa Diyarbekirê ya Cemiyeta Belavkirina Zanistê hat lidarxistin.
Îbrahîm Kalinê ku li Navenda Çandê ya Kayapinarê axivî bal kişand ser Civîna Çaralî ya Sûriyeyê ku bi mazûvaniya Tirkiyeyê sibê wê li Stenbolê bê lidarxistin.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê Civîna Çaralî ya Sûriyeyê da wiha got: "Armanca me ya sereke ya di vê civînê da çareseriyeke eskerî nîne, em ê li gorî rastiya siyasî û rêgezên tevgerê ji bo çareseriyê, li ser temînkirina rêyên nû bisekinin û wan mijaran binirxînin. Di vê çarçoveyê da Birêz Serokomarê me wê hewlên ku bi mebesta parastina mutebaqata Îdlibê tên dayîn û rê li ber binpêkirinên ji ber rejimê pêk tên dê bîne rojevê û wan mijaran binirxîne."
Îbrahîm Kalin destnîşan kir hêviya wan ya herî girîng ya ji vê civînê ew e ku gavên ji bona çareseriya siyasî bên avêtin eşkere bibin û nexşerê bê diyarkirin û got bi taybetî hêviyeke din jî ew e ku komîsyona destûra bingehîn bê avakirin ku wê destûra bingehîn ya nû ya Sûriyeyê binivîsîne.