Türkan Tosun
23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
XEZZE
Salih El Erûriyê Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê daxuyand ku ew naxwazin têkiliyên bi Îranê re qut bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hemasê de behsa hevdîtinên bi rayedarên îranî re hat kirin û wiha hat ragihandin: "Ziyareta heyeta Hemasê ya ji bo Tehranê tê wê me'neyê ku şertê Îsraîlê yê der barê Îranê de hatiye redkirin. Şertê Îsraîlê ew bû ku ji bo qebûlkirina lihevkirina neteweyî ya Filîstînê divê têkiliyên bi Îranê re qut bibin."
Erûrî diyar kir ku Hamas wê dev ji heqê gelê Filîstînê û têkoşînê bernede û got li hember dagirkeriya Îsraîlê ewê bi hemû welatên ku piştgiriyê didin gelê Filîstînê re têkiliyên xwe xurt bikin.
Elî Larîcaniyê Serokê Meclisa Îranê jî got Îran wê piştgiriyê bide Hemasê, komên din ên li ber xwe didin û gelê Filîstînê.
Larîcanî got hewldanên Îsraîlê yên ku dixwaze li herêmê îstiqrarê xirab bike û qada xwe firehtir bike wê bi ser nekeve.
Heyeta Hemasê ya ku bi serokatiya Erûrî Îran ziyaret kiribû bi Elî Larîcaniyê Serokê Meclisa Îranê û Elî Ekberê Serşêwirmendê serokê Îranê Ayetullah Elî Xemaney re hevditin kiribû.
Heyeta Hemas û Fetihê di çarçoveya muzakereyên li Qahîreyê de, di 12ê Çiriya Pêşîn de peymana lihevkirinê ya ku perçebûna Filîstînê ji holê radike îmze kiribûn.
Binyamîn Netanyahûyê Serokwezîrê Îsraîlê şertek dabû ber heyetê û gotibû ji bo ku peymana lihevkirinê ya Filîstînê bê qebûlkirin divê Îsraîl bê nasîn, Hemas dev ji çekan berde û bi Îranê re têkilî bên qutkirin.