23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
QAHIRE
Serokomarê Misrê Ebdulfetah es-Sîsî li paytext Qahireyê li Qesra Îtihadiyeyê Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniyê, Ebadî ligel heyeta bi xwe ra êvara borî gihîşt Qahireyê û ligel Serokomar Sîsî kom bû.
Sîsî ji ber sereftinên wî yên dijî rêxistina terorê DEAŞê, Ebadî pîroz kir û wiha got, "Misir piştevaniya Iraqê dike da ku yekrêzî û ewlekariya xwe biparêze, li hemberî berbelavbûna fitne û cudakeriyê neqşê welat ê neteweyî tehkîm bike."
Ebadî jî di axaftina xwe da bal kişand ku ji bo jinavbirina terorê divê aktorên navneteweyî û yên herêmî hêz û hewla xwe bikin yek.
Ebadî di çarçoveya seredana Qahireyê da ligel hevmewqiyê xwe yê misrî Şerîf Îsmaîl kom bibû. Ebadî piştî seredana Erebistana Siûdiyê ber êvarê hatibû Misrê û herwiha tê pêşbînîkirin ku piştî kombûnên li vir Ebadî wê derbasî Urdinê bibe.