Elif Orhan
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
MÛŞ
Li navçeya Melezgirê di navbera dibistanên navîn û lîseyan de pêşbaziya zanînê hat kirin.
Di pêşbaziya ku li navenda çandê hat kirin de xwendekaran jîrekiya xwe nîşan da.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê Vedat Kaya di axaftina xwe de diyar kir ku piştgirî didin ku jixwebaweriya xwendekaran û asoya zanîna wan berfireh bibe.
Kaya destnîşan kir çalakiyên bi vî awayî ji bo ku xwendekar bikarin ku di civakan de biaxivin û sosyal bibin girîng in.