20 Mijdar 2015•Rojanekirin: 22 Mijdar 2015
Li Sirûca navçeya Şanliurfayê ji 60î zêdetir çêwlikên hespan hene û di van çêwlikan da ji bo pêşbaziyên di hîpodroman da hesp tên xwedîkirin.
Li navçeyê di salên 90î da xwedîkirina hespên pêşbaziyê dest pê kir û piştî ku gelê herêmê jê pere qezenc kir, Sirûc bû navenda hespên pêşbaziyê û hejmara çêwlikên hespan jî zêde bûn.
Hespên ku di çêwlikan da tên xwedîkirin him beşdarî pêşbaziyên li hîpodroman dibin û him jî kesên eleqedar bi bihayên giran dikirin.
Hespa bi navê "Turbo" di navbera salên 2008 û 2010an da beşdarî 31 pêşbaziyên hîpodromê bûye û 27 caran bi ser ketiye û xwediyê wê jê 3 milyon û 497 hezar qezenc kiriye. Hespa bi navê "Ateş Topu" jî di navbera salên 2006 û 2008an da 15 pêşbazî qezenc kiriye û xwediyê wê milyonek û 693 hezar jê qezenc kiriye.
- "Hespên ku cisnê wan ereb û îngiliz in hene"
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Sirûcê Mehmet Murat Yahlîzade daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir piraniya hespên pêşbaziyê li navçeyê tên xwedîkirin û wiha got: "Di çêwlikên li navçeyê da canî, hespên toximê û mihîn hene. Hejmara hespan 800-900 e. Qederê 300-400 hesp canî ne û yên din jî hespên toximê ne."
Yahlîzade diyar kir ku di çêwlikan da hespên ku cisnê wan ereb û îngiliz in hene û wiha xeberda: "Di çêwlikan da ji ber ku di pêşbaziyên maratonê da li ber xwe didin herî zêde hespên ereb tên tercihkirin û xwedîkirin. Dema hesp dibin 2 salî tên asta pêşbaziyê. Peyra siwarên me li hespan siwar dibin û dibezînin. Heta 3 saliya xwe jî dibezin. Hespên ku li vir tên xwedîkirin bi pereyên mezin tên firotin. Li gor serkeftina hespan bihayê hespan di navbera 200 hezar û 2 milyon lireyî da diguherîn."
Yahlîzade destnîşan kir hespên ku di pêşbaziyan da bi ser dikevin di çêwlikan da wek hespên toximê tên emilandin û wiha got: "Caniyên di çêwlikan da ji van hespan çêdibin. Hespên wiha dema seqet dibin wek hespên toximê tên emilandin. Caniyên hespên wiha jî wek hespên pêşbaziyê tên xwedîkirin."
Recep Yilmazogluyê ku hesp xwedî dike destnîşan kir ku 4 şirîk hatine cem hev û hespek sitendine û wiha got: "Çandinî êdî wekî berê pere nedikirin, em jî hatin cem hev û me hespek kirî. Em ji hespê pêşbaziyê zêdetir pere qezenc dikin."
Abdurahman Şimşek jî diyar kir ku ji 9 saliya xwe vir da bi bavê xwe ra li hespan dinihêre.
Şimşek destnîşan kir bi pereyê ku ji hespan qezenc kirine çêwlike vekirine û wiah xeberda: "13 hespên me hene. 3 jê hespên toximê ne û di pêşbaziyan da bi ser ketine. Wê îsal 3 caniyên me di hîpodroman da bibezin. Em hespên ku xwedî dikin dibezînin û difiroşin û bi vî awayî pere qezenc dikin."