Muhammet Kurşun
04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
ANKARA
Li Sûriyê rejima Beşar Esed, dest ji bikaranîna çeka kîmyayî li hemberî sivîlan û muxalifan nakişîne. Rejimê bi peymana Emrîka û Rûsyayê soz da ku stokên xwe yên kîmyayî îmha bike, piştî peymanê tam 162 caran çeka kîmyayî bi kar anî.
Rejima Esed 21ê Tebaxa 2013an li Xutaya Rojhilat a Şamê çeka kîmyayî bi kar anîbû û di encamê de ji 400î zêdetir sivîl hatibûn kuştin. Piraniya wan zarok û jin 10 hezar sivîl jî birîndar bûbûn.
Li ser vê çavnêriya ku Emrîka mudaxeleyî Sûriyê bike peyda bûbû. Lewra Obama ew wek "xeta sor" îlan kiribû. Lê Rûsyayê teklîfa îmhakirina stokên kîmyayî anîbû rojevê û rê li ber mudaxeleyê girtibû. Di beşdariya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî jî pêvajoya îmhaya stokan dest pê kiribû. Rêxistinê ragihandibû ku kar 19ê Tebaxa 2014an temam bûye.
Lê belê stoka ku rêxistinê îmha kir bu qasî yên ku Esed nîşan dabûn sînordar mabû. Rejimê êrişên xaza klorî berdewam kir û bi van êrişên dawiyê jî nîşan dide ku hemû stok îmha nekirine, ji wan hinek veşartine.
Tora Mafên Mirovan li Sûriyê (SNHR) 20ê Sibatê raporek weşand û diyar kir ku rejimê di 3 salan de li Îblib, Şam, Hema û Helebê 162 caran êrişên kîmyayî kirine û 230 sivîl kuştine.
Rejimê di 10 rojên dawiyê de li Hema û Şam, 2 jî li Îdlibê 4 caran xaza klorî bi kar anî. Di 25ê Adarê jî li Latamneya Hemayê êriş kiribû 2 kes kuştibûn û 30 kes jî birîndar kiribûn.
Di 30ê Adarê de li mehelleya Kabûna Şamê ku di dorpêça rejimê de ye xaza klorî bi kar anîbû û 35 sivîl jê tesîr girtibûn.
Lê belê rejima Esed îddia dike ku çeka kîmyayî bi kar neaniye. Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li NYyê Beşar Caferî, îddia kiribû ku êrişa çeka kîmyayî ya 2013an li Xutaya Rojhilat ji aliyê îstixbarata Fransî ve hatiye organîzekirin.