08 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
ŞAM/ANKARA
Li bajaroka Madayaya ku di bin dorpêçiya rejima Esed û Hîzbûllahê de ye xelayî her ku diçe zêde dibe. Şêniyên wê derê ji ber tunebûna xwarin û xurekê şoravk û ava hestiyan vedixwin. Parlemener Ehmed Şîleşê ku nêzî Esed e jî ji bo rewşa Madayayê got: "Li Madayayê polîtîkaya birçîhiştinê xelet e, lazime herêm bi tavahî bê xerakirin."
Bajaroka Madayayê li bakurê rojavayê Şamê dimîne û ji 6 mehan zêdetir e ku di bin dorpêça rejima Esed û Hîzbûllahê de ye. Li herêmê ji 40 hezarî zêdetir kes dijîn. Li herêmê ambargo heye û têketin û derxistina xwarin û xurekê qedexe ye. Hîzbûllahê li çar aliyê derdora bajarokê mayin bi cih kiriye. Meha borî 23 kes heta niha bi tevahî 70 kes ji ber xelayiyê mirin û 50 kesên ku bêkeys in jî lazim e bên tedawîkirin.
Jineka ku li Madayayê dijî û ji bo ewlehiya canê xwe rûyê xwe nîşanî qameraya AAyê neda got ku ew xwey û hestî diavêjin nav avê, wê dikelînin û vedixwin û wiha got: "Mêrê min ji ber ku şoravk vexwar niha piyên wî werimîne û baş nabîne."
Şêniyeke din a bajaroka Madayayê jî bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û got: "Li Madayayê meriv dimirin. Em diçin bazarê tu tişt tuneye. Kîlokî savar 75 hezar lireyê Sûriyeyê ye. 75 hezar lireyê kê heye. Em ji çar aliyê dinyayê dixwazin ku bila piçek bi rehm û wicdan li vê derê binihêrin."
Nîdal Mihemedê 12 salî jî ragihand ku ev 6 roj in loqeke nan di qirika wî de neçûye xwarê û wiha dewam kir: "Rewşa diya min pir xerab e û em bi avê dijîn û em ji bo birayê xwe nikarin şîr peyda bikin."
Şêniyê Madayayê Xalid Ebû Fadil jî destnîşan kir ji ber ku hewa sar e ew nikarin derkevin nêçîrê û wiha pê de çû: "Me îro tu tişt peyda nekir. Em niha hema çi tiştekî ku tê xwarin bibînin digirin. Heke pisîk hebe emê bixwin."
- Bangewaziya hovîtiyê
Di vê navberê de Parlemener Ehmed Şîleşê ku nêzî Esed e jî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: "Ez bi tevahî li hemberî polîtîkaya birçîhiştina Madayayê me. Divê Madaya bi tevahî bê xerakirin ku tu kesekî birçî tê de nemîne. Îro Madaya û sibê jî Gûta û cihên din..."
- Kîloyek şekir 445 lire ye
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan kesên dixwazin ji bo lazimatiyên xwe yên sereke ji Madayayê derbikevin rastî êrîşa nîşangirên rejimê û milîsên Hîzbûllahê tên. Ji ber şert û mercên zivistanê herêm pir sar e û herî zêde jî zarok, kal û pîr zirarê dibînin.
Ji ber ku li herêmê xelayî heye xurekên hene jî bi 15-20 qatî zêdetir biha tên firotin. Li herêmê lîtrek rûnê avî bi 70 hezar lireyê Sûriyeyê (Bi pereyê Tirkiyeyê nêzî 520 lireyî) tê firtin. Kîloyek şekir jî bi 60 hezar lireyê Sûriyeyê yanî bi 445 lireyê Tirkiyeyê tê firotin. Li herêmê ceyran jî hatiye birîn û welatiyên li wê derê dar û berên ku di bin xirbeyên xaniyan de mane berhev dikin, dişewitînin û xwe pê germ dikin.
Li gor daxuyaniya NYyê duh da rejima Esed ragihandibû ku ji bo alîkariya mirovahî biçe Madaya, Fûa û Kafrayayê wê destûrê bide û niha çavê herkesî li rejima Esed e ka ewê ew sepandin çi çaxê dest pê bike. Çavkaniyên herêmî yên li Madayayê jî gotin ku heta niha tu alîkariyeke mirovahî negihiştiye wan.
Wezareta Karên Derve yê DYAyê jî duh ji bo halê Madayayê daxuyanî dabû û gotibû ku rewşa wê derê dê hovîtiya rejima Esed nîşan dide.