Berdevkê Çapemeniyê yê Tûgaya Tewhîdê ya Helebê ya Girêdayî Eniyê Salih Anadanî ji nûçegihanê AAyê re axivî. Anadanî diyar ki ku yekîneyên muxalif li dijî milîsên DÎŞIyê yên ku êrîşî bajaroka Ahtarînê kirin, bi çekên giran operasyon kir û di pevçûnê de 10 milîtanên DÎŞIyê mirin.
-Pêşveçûna DÎŞIyê hat rawestandin
Anadanî destnîşan kir ku yekîneyên girêdayî Eniya Îslamî li çoltera bakurê Helebê pêşveçûna DÎŞIyê da rawestandin.
Di tîrmeha 2013an de milîtanên DÎŞIyê li Lazkiyeyê konwoy dabûn rawestandin û Ebû Basir El- Ceblawiyê ku yek ji fermandarê AASê bû, kuştibûn. DÎŞI yê di îlona 2013an de jî ji ber ku endamekî malezyayî yê komelayeke arîkariyê ya mirovahiyê parast, fermandarê Ahrarû'ş-Şama girêdayî Eniya Yekîtiya Îslamî Ebû Ûbeyde el-Bînnîşî revandibû û kuştibû.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ya ku navenda wê li Sûriyeyê ye jî dabû zanîn ku di kanûna paşîn û sibata 2014an de di encama pevçûnên di navbera DÎŞIyê û komên çekdar ên muxalîf ên sûriyeyî de 3 hezar û 300 kes miribûn. Li gor daneyên SOHRê ji aligirên DÎŞIyê 924 kes mirin, ji aliyê muxalifan ji hezar 380 kes mirin.
DÎŞIyê di gulana 2014an de êrîşeke mezin biribû li ser hêzên rejimê û serê fermandarê Tûgaya Topavêj ê Ahrarû'ş-Şamê Ebû Mîqdat jê kiribû û bi wî awayî ew qetl kiribû.