Pisporên amerîkayî bersiva pirsên AAyê dan û gotin ku dabeşiyeke muhtemel ya li Iraqê hem dê pirsgirêkan çareser neke hem jî wisa difikirin ku hem DYA hem jî welatên herêmê dê li hember vê yekê derkevin.
Pisporê polîtîqaya derve, îstixbarat û leşkeriyê Mark Perry got ku "Kurd li Iraqê ji xweseriyê kêfxweş in, ew tenê dixwazin ku di nav dewleta Iraqê de roleke wan a zêdetir hebe. Ez wisa difikirim ku dê dabeşiyeke wiha pirsgirêkan çareser neke" Perry bal kişand ku perçebûna Iraqê pirsgirêkan çareser nake û diyar kir ku perçebûn pirsgirêkan paş dixe û pir caran dibe sedemê şeran.
Perry destnîşan kir ku Washînton jî wisa difikire ku pêvajoyeke makeqanûnî ya ku kurd, sunî û şiiyan di xwe de dihewîne, dê cudahiyan bêyî ku dabeşî çêbe çareser bike.
-"Heke hûn ji nû ve li ser sînoran hûr bin, hûn dê qutiya pandorayê vekin"
Ji pisporên Atlantic Councilê Faysal Itanî jî wisa bawer dike ku perçebûna Iraqê dê pirsgirêkan çareser neke. Itanî got ku "Ez wisa difikirim ku di rêya xwedîbûna dewleteke serbixwe de tu zehmetiya kurdan tune ye. Lê belê dabeşiya sunî û şiiyan komplekstir e, ez tu kesê ku vê perçebûnê bi awayekî fermî bike nas nakim." û diyar kir ku berisva pirsên "Kî dikare bike? Çawa?" nabîne.
Itanî diyar kir ku perçebûneke muhtemel dê welatên ciranê Iraqê jî kêfxweş neke û wiha axivî: "Jixwe welatên cînar bi xwe jî pir mezhebî heye û ji dabeşiya herêmî û mezhebî ditirsin." Itanî got ku hewldana ji bo ji nû ve diyarkirina sînoran dê bi xwe re gelek pirsgirêkan jî bîne.
Ji pisporên Rojhilata Navîn ê Dibistana Lêkolînên Pêşketî yên Navneteweyî ya Zanînageha John Hopkînsê Danîel Serwer jî wisa difikire ku dê perçebûna Iraqê bibe sedem ku bêîstiqrariya li herêmê zêdetir bibe.
Serwer got ku digel welatên cînar ên Iraqê DYA jî dê senaryoyeke bi vî awayî tesdîq neke û wiha axivî: "Ez hîç texmîn nakim ku Washîngton ji fikra perçebûna Iraqê kêfxweş bibe. DYA teqez dê li dijî rewşeke wiha derkeve û ji bo ku welatên wek Tirkiyeyê ji li dijî derkeve dê hewl bide. Ji ber ku perçebûn dê Rojhilata Navîn bêîstiqrartir bike."