CUBA
Li gor agahiyan di pêvçûnên li Malakala paytexta eyaleta Nîla Bakur a Sudana Başûr de 150 kesên ku ji şer direvîn di çemê Nîlê de xeniqîn.
Wezîrê Agahdariyê yê Eyaleta Nîla Bakur Phîlîp Jebîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 150 kes bi keştiyan ve ji bo ku ji şerê di nav hikûmeta Malakalê û hêzên selhildêr yên Alîkarê Serokomar Reîk Machar de birevin ji çemê Nîlê derbas dibûn.
Wezîr Jebîn eşkere kir ku serhildêr ji bo ku kesên direvin xwe biavêjin avê guleyan berî keştiyan didin, ji ber vê yekê jî heta niha 150 kesî xwe ji keştiyan avêtin avê û bi avê ve çûn û xeniqîn û ev bûyer di rojên sêşem û çarşemê de bûn.
Jebîn destnîşan kir ku roja sêşemê pêvçûnan dîsa dest pê kir û ji ber vê jî Malakal terikand lê piştî çend rojan carke din vegeriya bakurê bajêr û bakurê bajêr di destê hêzên hikûmetê de ye.
Jebîn diyar kir ditirse ku welatiyên ku xwe di nexweşxane û dêran de vedişêrin bên kuştin û wiha got: "Ez li bakurê Malakalê me lê belê pirê welatiyan bajêr diterikînin û an diçin di nav dehlan de xwe vedişêrin an jî di cihên destê Neteweyên Yekbûyî (NY) de xwe vedişêrin."