HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî der barê kantonên ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Sûriyeyê îlan kir de wiha got: "Em tenê li Sûriyeyê dezgeheke ku hemû aliyên siyasî tê de cih digirin mixatab digirin."
Barzanî bi 12 nûnerên partiyên ku endamên Konseya Neteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê (KNKS) ne re hat bal hev.
Li gor daxuyaniya Serokatiya HKIyê nûnerên partiyan di hevdîtinê de der barê rewşa dawî ya Sûriyeyê de agahî dan Barzanî. Nûnerên partiyan diyar kirin ku piştgiriyê didin yekîtiyê û wiha gotin:
"Em li Sûriyeyê yekîtiya Kurdan dixwazin. Her çiqas PYD cuda tevbigere û li gor peymanan tevnegere jî em ê tim yekîtiyê biparêzin."
Barzanî jî destnîşan kir ku li Sûriyeyê yekîtiyê dixwazin û wiha got: "Em li Sûriyeyê hevkariya hemû aliyan dixwazin. Li Rojavayê ne biryarên hêzekê tenê, piştgiriyê didin biryarên ku hemû alî didin û qebûl dikin."
Barzanî diyar kir ku kantonên ku PYD îlan dike, qebûl nakin û wih axivî: "Em tenê li Sûriyeyê dezgeheke ku hemû aliyên siyasî tê de cih digirin mixatab digirin. Li Rojavayê em tenê dengê hevbeş ê gel qebûl dikin."
- Kantona Cizîrê kontrola deriyê sînor bi dest xistiye
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kantona Cizîrê kontrola deriyê Sêmalkê bi dest xistiye û wiha hat gotin: "Li gor peymana li Hewlêrê divê kontrola deriyê Sêmalkê di destê hemû partiyan de be. Lê kontrola deriyê Sêmalkê di destê kantona Cizîrê de ye û rayedarên partiyên din ji wir hatine dûrxistin."
Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Mistefa Cuma jî beşdarî hevdîtinê bû û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"12 partiyên ku endamê KNKSyê ne beşdarî civînê bûn. Em li ser rewşa dawîn a li Sûriyeyê axivîn û me agahî da Barzanî. Barzanî destnîşan kir ku girîngî û piştgiriyê didin yekîtî û hevkariya kurdan û rêveberiya ku PYD bi tena serê xwe îlan dike nas nakin."
Cuma ragihand ku di vê mijarê de helwesta Barzanî wek berê ye û berdewam kir: "Barzanî dibejê 'li Sûriyeyê hûn berpirsiyar in, hûn li wir dijîn û hûn mesleyê baş dizanin. Ez biryara ku hemû alî bi hev re digirin qebûl dikim.' Qasî ku fehm dikim Barzanî ji kantona ku PYD bi tena serê xwe îlan dike aciz e."
Hat diyarkirin ku biryarên civîna di navbera Barzanî û partiyên kurdan de dê sibê ji raya giştî re bên îlankirin.