LONDON
Berpirsyarê maseya qeyranê ya Saziya arîkariya mirovahiyê Oxfama ku navenda wê li Londonê ye Nîgel Tîmmîns daxuyaniyeke nivîskî da nûçegihanê AAyê. Tîmmînsî got ku "Li Libnan û Urdunê zivistanê bi şert û mercên giran dest pê kir. Bi hezaran penaberên sûriyeyê li hember sir û seqemê bêçare man. Gelek malbat li konên xirpale yên ku bi xwe çêkiribûn, li malên kavil, bê sotemenî, beyî ku bikaribin ji xwe re cil û berg û betaniyan bistînin, zivistanê derbas dikin."
Tîmmînsî da zanîn ku jimara penaberên sûriyeyî yên ku ji ber pevçûnan ji welatê xwe derketibûn, gihişte 2,3 milyon kesî. Tîmmînsî got ku "Konên penaberan yên xirpale li hember baranê li ber xwe nadin, li cihên ku berf li wir dibare kon ji ber giraniya berfê xera dibin. Rewşa penaberên sûriyeyî her ku diçe xeraptir dibe. Em divê demildest destê xwe dirêjî van penaberan bikin."
Li gor daxuyaniya Oxfamê nîvê 2,3 milyon penaberên sûriyeyî yên ku niha li hember sir û seqemê li ber xwe didin, zarok in. Saziyê diyar kir ku di rewşa niha de li Libnan û Urduna cîranê Sûriyeyê arîkariya 500 hezar penaberî kirin û armanca wan ew e ku di dawiya sala 2014an de bi taybetî bi bexşên ku ji Ingilistanê berhev kirin, arîkariyan bigihînin 650 hezar penaberî.
Li gor texmînên Oxfamê li gor beriya bûyerên li Sûriyeyê serjimara Libnanê ji sedi 25, serjimara Urdunê jî ji sedî 6 zêde bû. Oxfamê da zanîn ku ev yek jî bi taybetî zorê dide jêreavahiya welêt û destnîşan kir ku bi taybetî li Urdunê piraniya penaberên sûriyeyî li kampan namînin û hewl didin ku li navendên bajaran jiyana xwe berdewam bikin.
Gelek saziyên wekî Oxfamê li Ingilistanê beriya sersalê ji bo penaberên sûriyeyî kampanyayên arîkariyê dikin. Her wiha Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Qraliyeta Yekbûyî (ÛKIP) Nîgel Farageyê ku polîtîkayên li dijî penaberan diparêze jî bang kiribû ku Ingilistan û welatên rojavayî di demek nêz de deriyên xwe ji bo penaberên sûriyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî direvin, vekin.