CIDE
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamê (RHÎ) Ekmeleddîn Îhsanoglû wezîfeya xwe ya 2005an de dest pê kiribû, bi merasima li bajarê Erebistana Siûdî Cideyê dewrî Îyad Medeniyê Erebistanî kir.
Merasim li oteleke Cideyê hat kirin. Ji Tirkiyeyê Alîkarê Wezîrê Karên Derve Nacî Korû, Serkonsolosê Tirkiyeyê yê Cideyê Fîkret Ozer û nûnerên dîplomatîk ên ji Erbistana Siûdî digel peywirdarên payebilin beşdarî merasimê bûn.
Di merasimê de Sekreterê Giştî yê nû Îyad Medenî axivî û got ku di serdema Îhsanoglû de RHÎyê gelek serkeftinên baş bi dest xistiye û Îhsanoglû rêxistin li dinyayê daye nasîn û gihandiye asteke baş.
Di merasimê de Îhsanoglû jî axivî û got ku xwe ji bo meseleyên dinyayê feda kiriye û wiha dewam kir:
"Ez di salên dawîn de tenê bi mijarên RHÎyê re mijûl bûm. Roja min dest bi vê wezîfeyê kir hetanî niha tenê ji bo karê xwe baştir bikim û layiqê wezîfeya xwe bim, min hewl da. 62 caran ez derketime rêwitiyê. Çûm rojhilat, rojava, başûr û bakûr lê tu carê wezîfeya xwe jibîr nekir. Bi fikr û bedena xwe her tim bi wezîfeya xwe re mijûl bûm. Meseleyên din tim li aliyekî man."