Önder Beyter
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 25 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Yekîtiya Federasyonên Fitbolê ya Ewropayê (UEFA) biryar da ku pêşbirka fînalê ya Lîga Şampiyonan a 2020an li Stenbolê were leyîstin.
Rêveberiya UEFAyêya ku li Kîeva paytextê Ukraynayê civiya, biryar da ku fînala kupaya fitbola nimroya 1emîn a Ewropayê li Yarîgeha Olîmpiyatê ya Stenbol Ataturkê were leyîstin.
Yarîgeha Olîmpiyatê ya Stenbol Ataturkê ku di 2002yan da ket fealiyetê û kapasîteya wê 76 hezar kes e, wê di dîroka xwe da ji bo cara duyemîn mazûvaniya fînala "Lîga Dêwan" bike.