HEWLÊR
Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî got ku dijmin dixwaze çapemenî û medyayê wek amûreke propagandayê bi kar bîne û wiha dewam kir: "Medyaya kurda divê li hemberî hêzên ku dixwazin fitne û nîfaqê bikin nava me, wek eniyeke bi hêz û xurt bisekine."
Barzanî bi minasebeta "22yê Nîsanê Roja Rojnamgeriya Kurdan" peyamek weşand. Barzanî di peyamê de destnîşan kir ku hin alî hewl didin ku çapemenî û medyaya kurdan wekî ku li dijî telebên meşrû yên gelê Kurdistanê be nîşan bidin û wiha pê de çû: "Welatê me niha bi şerê ku terorîstên zalim hewl didin ku bidin destpêkirin re rûbirû ye. Dijminên me bi rêya medyayê ve li dijî hêzên me yên pêşmerge û gelê Kurdistanê şerê psîkolojîk dike. Dijminê me dixwazin medyayê wekî amûreke propogandayê bi kar bînin."
Barzanî got divê medya hemû hewldan û xebatên terorîstan pûç derxe û wiha dewam kir: "Divê çapemenî bi awayekî aktîf, li dijî fikrên ser şidet û terorîzmê têbikoşe. Divê firsendê nedin dijminên Kurdistanê da ku bigihêjin armancên xwe yên civakî û siyasî. Di seranserê dîrokê de gelê me her tim li ber xwe daye û rojnamegeriya kurd jî bûye perçeyekî ji vê berxwedanê. Li hemberî diktatorî û dagirkeriyê sekiniye, li hemberî zilmê serî hildaye û her tim ji bo ronahiyê têkoşiye. Li hemberî dijminên Kurdistanê her tim li bal gel bûye. Mezintirîn taybetiya rojnamegeriya Kurdistanê ev e."
Barzanî parast ku di salên dawî de rojnamegeriya kurdan gavên berbiçav avêt û wiha dewam kir: "Çapemenî di qadeke azad de û bêsansur de xebatên xwe dike. Li gor çapemeniya welatên li herêmê, rewşa rojnamegriya Kurdistanê zehf baş û serkeftî ye. Li pêşiya xebatên rojnamegeriyê tu astengî tuneye. Gava ku di navbera gel û çapemeniyê de danûsitandinek hebe, bandora çapemeniyê ya ser pêşketina civakê zêdetir dibe. Divê rojnameger têkilî qada siyasî nebin, di qadeke azad û serbixwe de xizmeta doza meşrû ya gel bikin. Ji bo xebatên civakî û çandî di nav gel de zêdetir belav bibin hewl bidin."
- "22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdan"
Di serdema împaratoriya osmaniyan de, yek ji lawên Bedirxan Paşayê ku wek "Mîrê Botanê" tê nasîn Mîqdad Mîdhat Bedirxan, li Qahireya paytexta Misrê rojnameya ewil a kurdan "Kurdistan" çap kir.
Jimara yekê û ya pêncan a rojnameyê li Qahireyê hatin çapkirin. Xwediyê rojnameyê Mîqdad Mîdhat Bedirxan edîtoriya wê kir. Piştî ku Mîqdad Mîdhat rehmet kir, birayê wî Ebdurrahman Bedirxan berpirsiyarî hilda ser milên xwe. Rojnameya ku ji 4 rûpelan pêk dihat di navbera sala 1898 û 1902an de, 31 jimar derket.
Jimara ewil a rojnameyê, di 22yê Nîsana 1898an de hat çapkirin. Li HKIyê ev roj wek roja "Roja Rojnamgeriya Kurdan" tê pîrozkirin.