Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) birêvebiriya "dibistanên Îslamî" ji Wezareta Karên Diyanetê sitandin û dan Wezareta Perwerdeyê û hin melayan ev yek protesto kir.
Hin mela û xwendekar li Mizgefta Sawwafê ya li Hewlêrê hatin bal hev, pankart vekirin û bi dirûşmeyên ku berz kirin xwestin ku hikûmet dev ji biryara xwe berde.
Mela Îbrahîm Herşelî li ser navê komê axivî û diyar kir dibistanên ku perwerdeya dînî didin ji bo Herêma Kurdistanê û dahatuya dinyayê girîng in. Herşelî parast ku biryara ku hikûmetê da xelet e û wiha axivî: "Em ji bo bînin ziman ku birêvebiriya dibistanên Îslamî di destê Wezareta Karên Diyanetê de bimîne, li vir kom bûn. Em hêvî dikin ku hikûmeta me car din li ser vê biryarê bisekine û ji pirsgirêkê re çareseriyekê bibîne."
Herşelî îdia kir ku biryara hikûmetê da li dijî madeya berwext e ku Parlementoya HKIyê di 1992yan de derxist û wiha axivî: "Hikûmet bêyî ku bi tu kesî bişêwire û fikrên wan hîn bibe, bi lez biryar da. Ji bo ku ev mijar baş bê fehmkirin hewceyî bi çend konferans û komxebatan heye."
Mela Îbrahîm Herşelî îdia kir ku ev sepana navborî dê rola mizgeftan kêm bike û pêşiya tevlêbûna DAEŞa rêxistina terorê veke û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heke perwerdeya li mizgeftan biqede dê alîgirên radîkalîzmê me tekfîr bikin. Dê rijandina xwîna me helal bibînin. Ev biryar dê tevlêbûna nav terorîstan zêdetir bike. Heke Serokê Herêma Kurdistanê û rêvebirên din mudaxeleyî vê biryarê nekin ji bo ku biryar bê betalkirin em ê serî li hemû rêyên qanûnî û sivîl bidin."
Kom piştî daxuyaniyê bê bûyer belav bû.