QAHÎRE
Hejmara kesên ku di qetliyama li qadên Rabîa û Nahdayê de mirine hêdî hêdî eşkere dibe.
Melayê Mîzgefta Îmanê ya ku li qada Rabiatul Adewiyyeyê ye Muhemed Nasrî ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand: "Heya destê sibehê ji meydanê mirî û birîndar anîn mizgeftê. Li gor tespîta me hejmara miriyên li vir 310 kes in."
Ji gelek deverên Qahîreyê ji bo ku cinazeyên xizmên xwe bigirin, tên Mizgefta Îmanê. Mele Nasrî da zanîn ku di nav girîn û qêrînê de mirov bi neçar li miriyên xwe digerin. Gelek kes jî cinazeyên xwe nabînin û ji mizgeftê derdikevin û hin cinaze jî ji ber ku şewitîne, nayên naskirin.
Hin welatiyan jî da zanîn ku Wezareta Tendurustiyê û nexweşxane agahiyên durust nadin û wiha axivîn: "Em dixwazin cinazeyên xizmên xwe wergirin."
Hat zanîn ku li qada Rabîatul Adewiyeyê nexweşxaneya bi navê Sahra jî ji ber ku ji hêla leşkeran ve hate şewitandin, gelek cinaze jî şewitîn û nayên naskirin. Hêzên ewlekariyê yên ku mudaxeleyî li wir kirin cinaze birin cihekî nediyar.
Wezareta Tendurustiyê dabû zanîn ku 278 kes mirine û 2001 kes jî birîndar bûne. Lê Îxwan dibêje ku 2600 kesî canê xwe ji dest daye û 7 hezar kes jî birîndar bûne. Partiya Dad û Azadiyê jî gotibû ku hezar kes mirine û deh hezar kes jî birîndar bûne.
Piraniya Cinazeyan dê îroj bên binaxkirin
Ji bo kesên ku di êrîşên li qada Rabîa û Nahdayê de canê xwe ji dest dane, îroj dê merasima cinazeyê bê lidarxistin.
Dê merasima cinazeyan di mizgeftên cuda yên li Qahîreyê piştî nimêja nîvro û esrê bê lidarxistin.
Artêşa Misrê jî ji ber fikariya ku merasima cinazeyan dê veguhere xwepêşanê, bergiriyên ewlehiyê girtin.
Cinazeyên hin kesan jî dê li bajarên derveyî Qahîreyê bên binaxkirin.
Xwepêşandêr li El Arîşê, Îskenderiyeyê û Marsa Matrûhê dê li hember derbeyê carek din çalakiyê li dar bixin, qurbaniyên qetliyamê bi bîr bînin.