Deriyê sînor li ber biqasî 400 sûriyeyiyên ku li ber xeta sînor a navçeya Akçakaleyê disekinin hat vekirin.
Li gorî agahiya ku hat stendin, komeke Sûriyeyî yên ku ji ber pevçûnên li herêma Resûleyna li ser bajarê Hesekeyê revî, hat ber xeta sînor a li taxa Kepezê ya navçeya Akçakaleyê. Biqasî 400 sûriyeyiyên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin li dû kontrolê bi wesayîtan birin navçeya Akçakaleyê.
Waliyê Şanliurfayê Îzettîn Kuçuk di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de detnîşan kir ku wan biqasî 400 sûriyeyiyên ku li ber sînor in ber destê sibehê hildan Tirkiyeyê.
Kuçuk bal kişand ku her cure alîkariya xêrxwaziyê ji bo penaberan hat kirin û herwisa ew hemû geşedanên li ser sînor dişopînin.