HEWLÊR
Hat diyarkirin nefta ku ji xeta boriyê ya di bin kontrola Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) îxracî Lengergeha Ceyhanê dikin di meha gulanê de 17 milyon û 909 hezar û 242 warîl e.
Li gor daxuyaniya ku ji malpera fermî ya Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya HKIyê hat dayîn, di nav meha gulanê de rojane 577 hezar û 621 warîl neft îxracî Tirkiyeyê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Ji 577 hezar û 621 warîl nefta rojane ya ku ji ser Tirkiyeyê re sewqî bazarên dinyayê dikin û teslîmî Şirketa Neftê ya Neteweyê ya Iraqê (SOMO) dikin, 407 hezar û 111 warîl a Herêma Kurdistanê ye ya mayî jî aidê Kerkûkê ye. Hikûmeta Kurdistanê girêdayî peymana sewqiyaya neftê ya ku di 2yê kanûna pêşîn a 2014an de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin, maye û sozê ku dabû bi cî aniye."
Îxracata neftê ya ku ji xeta boriyê ya di bin kontrola HKIyê de dişînin Lengergeha Ceyhanê ya Tirkiyeyê di meha nîsanê de rojane 553 hezar, bi tevahî 16 milyon û 890 hezar warîl bû.