ÎDLIB
Anadolu Agencyê (AA) li Îdliba Sûriyeyê dîmenên kampa ku Eniya Nusrayê "dîlan" tê da digire, kişand.
Kamp li herêma Cebel Zawiyeya Îdlibê ye û di kampê da şervanên Artêşa Sûriyeya Azad, Eniya Şoreşgerên Sûriyeyê, Eniya Gel û Tugayên Ensarê wek "dîl" tên girtin.
Di nav şert û mercên dijwar da 150 kes di odeyekê da dimînin û mensûbên Eniya Nusrayê "propagandaya rêxistinê" ji dîlan ra dikin.
Eniya Nusrayê kesên dîl di dadgeha ku ava kirine da bi sûcê "li ser rûyê erdê derxistina fesadiyê" û "li dijî Eniya Nusrayê şerkirin" didarizînin.
Eniya Nusrayê bi îdiaya "qefaltina ewan û hebalbendên Rojavayê" li herêmê li dijî Artêşa Sûriyeya Azad operasyonan dike. Artêşa Sûriyeya Azad û komên çekdar ên li Îdlibê jî îdia dikin ku Eniya Nusrayê dixwaze li tevahiya bajêr bibe desthilatdar.