Di ziyareta Serokê Parlementoya Iraqê Selîm el-Cûbûrî ya Kerkûkê de nîqaşa "Kerkûk a kî ye" derket.
Cûbûrş bi balafira taybet ji paytext Bexdayê hat Kerkûkê û di çarçoveya têkiliyên xwe de pêşî Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm re hevdîtin kir. Di civîna li avahiya Walîtiya Kerkûkê de Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) û Parlementerê Kerkûkê Erşed Salihî, Serokê Meclisa Bajêr ê Kerkûkê Hesen Tûran û hin parlementerên Kerkûkê û hin rayedarên din amade bûn. Di civînê de li ser ewlehiya Kerkûkê û rewşa penaberên li bajêr sekinîn.
Cûbûrî di Hêwana Civînê ya Meclisa Bajêr a Kerkûkê de hevdîtina xwe ya duyemîn kir û vir wiha axivî: "Kerkûk bajarekî Iraqê ye û gelê Iraqê vî bajarî diparêze. Ev der ji bo hemû gelê Iraqê bajarekî girîng e. Bi awayekî herî cidî kerkûkî dikarin Kerkûkê biparêzin. Ez silavên xwe ji birêvebiriya herêmî û hemû hêzên ewlehiyê yên ku di parastina Kerkûkê de bi ser ketin re dişînim."
Ji Lîsteya Biratiya Kurdan a Kerkûkê Mihemed Kemal jî di civînê de axivî û bertek nîşanî gotinên Cûbûrî yên wekî "Kerkûk bajarekî Iraqê ye" da û wiha axivî: "Ji ber ku Serokê Parlementoyê hat bajarê me em kêfxweş in. Lê belê ez daxuyaniya Cûbûrî ya wekî 'Kerkûk bajarekî Iraqê ye û gelê Iraqê Kerkûkê diparêze' rast nabînim. Ev çendîn meh in ku pêşmerge van deran diparêzin. Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye."
Serokê ETIyê Erşed Salihî jî mudaxeleyî axaftina Kemal kir û wiha axivî: "Rast e, pêşmerge Kerkûkê diparêzin. Lê ev nayê wê wateyê ku Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye. Ez wek nûnerekê Kerkûkê yê di parlementoyê de dibêjim ku ev bajêr ê her kesî ye. Lê heke yek rabe û bibêje 'ev der Kurdistan e' ez jî dibêjim ku 'ev der bajarekî tirkmenan e."
-"Kerkûk helbet bajarekî Iraqê ye"
Cûbûrî piştî têkiliyên xwe daxuyanî dan rojnamevanan û der barê daxuyaniya xwe ya ku bû sedema nîqaşan de got ku "Kerkûk helbet bajarekî Iraqê ye. Kesên dibêjin ku Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye, bila bizanin ku Kurdistan jî parçeyekî Iraqa federal e. Ji ber vê yekê em hemû girêdayî Iraqê ne."
Cûbûrî xwest ku eşîrên li Kerkûkê jî li dijî DÎŞIya rêxistina terorê çekan bigirin destên xwe û wiha axivî:
"Divê dilkiriyên ereb û tirkmen ên li vir jî çekan bigirin destên xwe. Lê belê rêya çekgirtinê jî heye. Divê hemû çekgirtin bi rêya dewletê çêbe. Îro li hemû welêt pêvajoyeke îstisnaî diqewime. Ji ber ku em dewleteke şareza û hiqûqê ne divê çek bi destê dewletê bên dayîn û bên kontrolkirin. Em ê bi vî awayî dewlet û saziyên wî biparêzin."
Cûbûrî da zanîn ku divê derfetan çêkin ku gelê herêmî bikare vegere malên xwe yên ku ji DÎŞIyê hatin xilaskirin.