HELEB
Kobanêya Helebê ji ber pevçûnên di navbera DÎŞI û hêzên kurdan de kavil bû.
Li Kobanêyê pevçûnên ku bi qasî 2 mehan e dewam dike kêm bûye. DÎŞIya ku Kobanêyê ji rojhilat, rojava û başûr ve dorpêç kiribû di rojên dawîn de ketiye rewşa parastinê û ji hin taxan jî vekişiya.
Tîmên AAyê yên ku li Sirûcê û herêma şer pevçûnan dişopînin dîmenên Kobanêyê kişandin. Li Kobanêyê avahî hilweşiyan û wesaît jî pelixîn.
Ji ciyên ku DÎŞI vekişiya jî hêzên kurdan bi cî dibin. Ji ber pevçûnan Kobanê kavil û wêran bû.