RAMALLAH
Çalakvanên ji Filistînê ji bo salvegera hilweşandina Dîwarê Berlînê di Dîwarê Navbirê yê Qudsê de qulek vekirin.
Çalakvanên Komîteyên Têkoşîna li Dijî Niştecihên Cihû û Dîwarê Navbirê li nêzîkî bajaroka Bîr Nabalayê di Dîwarê Navbirê de qulek vekirin û alaya Filistînê li herêmê daçikandin.
Merivekî ji çalakvanên filistînî yên ku di dîwêr de qul vekirin diyar kir ku ev çalakî ji bo salvegera hilweşandina Dîwarê Berlînê li dar xistin.
Çalakvanê ku nexwest navê xwe bide wiha axivî: "Ev qula destpêka hilweşandina Dîwarê Navbirê ye ku ji bo berjewendiyên niştecihên cihû erdê Filistînê ji hevdu diqetîne. Ev dîwara di serdema modern de nîşana nijadperestiyê ye."
Îsraîlê di sala 2002yan de dest bi çêkirina wî dîwarê ku Şerîeya Rojavayê û Îsraîlê ji hev vediqetîne kiribû.
Dîwarê Berlînê di 13ê tebaxa sala 1961ê de ji bo ku welatiyên Almanyaya Rojhilatê nerevin Almanyaya Rojavayê hatibû çêkirin. Dirêjahiya dîwêr 46 kîlometre bû. Dîwar di 9ê mijdara sala 1989an de hatibû hilweşandin. Ev dîwara li welatên Rojavayê bi salan wek "dîwarê şermê" dihate binavkirin.