Abdullah Tel
28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
KUALA LUMPUR
Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku dixwaze li dinyayê di nav ajansên nûçeyan ên sereke da cih bigire di vê çarçoveyê da li Kuala Lumpurê jî ofîs vekir.
Di merasima vekirina ofîsê da Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya, endamên Lijneya Rêveberiya AAyê Alî Turker Pîrtînî, Muhammed Salih Demirkan, Dîrektorê Operasyonên Navneteweyî Ural Yeşîl, Serkatiba Balyozê Tirkiyeyê yê Kuala Lumpurê Bahar Dogan û Mişawirê Çapemeniyê Bora Er cih girtin.
Ozkaya diyar kir ku Malezya li herêmê welatekî pir girîng e û wiha pê da çû: "Vê heftê me li Endonezyayê servîsa nûçeyên endonezî û Ofîsa Navenda Pasîfîkê vekir. Duh li Kolombiyayê servîsa me nûçeyan a îspanî dest bi xebatê kir. Îro jî me ofîsa xwe li Malezyayê vekir û wê gelek bi kêrî vîzyona kurewî ya AAyê bê. Hefteya pêş me bi vekirina ofîsa me ya li Çînê rêxistinbûna me ya li Asya Pasîfîkê wê zêdetir xurt bibe.

- "Di sala xwe ya 100emîn da AAyê bigihêje vîzyona xwe ya kurewî"
Ozkaya ragihand ku di demeke kurt da wê ofîsa li Pakistanê jî bê vekirin û wiha pê da çû: "Li heme herêmê AA ji bo xurt bi cih bibe hewl dide. Ji niha pê va nûçeyên AAyê him bi zimanên welatên lê ne û him jî bi zimanê tirkî wê rojeva Trikiyeyê bigihêje çar aliyê dinyayê û ev girîng e. AA bi vê dê di sala xwe ya 100emîn da bigihêje vîzyona xwe ya kurewî."
AA di çarçoveya vîzyona xwe ya sala 100emîn da tirkî jî di nav da bi zimanên îngilizî, erebî, fransî, BHS (boşnakî, xirvatî, sirbî), rûsî, kurdî (kurmancî-soranî), farisî, arnawudî û îspanî û endonezî weşanê dike.