10 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
MOSKOW
Di çarçoveya UDIKa ku li Moskowê hat lidarxistin da, Ajansa Anadolu (AA)yê û ajansa nûçeya a rûsî TASSê peymana hevkariyê îmza kirin.
Piştî hevdîtina du alî ya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ya li Koşka Krêmlînê û civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Rûsyayê (UDIK) merasîma îmzakirina peymanan hat lidarxistin.

Midûrê Giştiyê AAyê û Serokê Lijneya Rêveberiyê Şenol Kazanci û Midûrê Giştiyê TASSê Sergey Mîxaîlov, di hizûra Serokkomar Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn da, peymana veguhastina nûçe û fotoyan îmza kirin.

Armanca vê peymana herdu ajansê kevnare ew e ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da herikîna ewle, rast û xurt a nûçeyan pêk bînin.
Peymana di navbera AA û TASSê da, sûdwergirtina TASSê ji bernameya Perwerdeya Nûçegihaniya Cengê jî di xwe da digire.