Ethem Emre Özcan, Muhammed Emin Canik
17 Nîsan 2026•Rojanekirin: 17 Nîsan 2026
Agirbesta ku ewê 10 rojan di navbera Libnan û Îsraîlê da derbasdar be, bi dema herêmî ya Libnanê saet 00.00ê şûnda dest pê kir.
Serokê DYAyê Trump eşkere kiribû ku alî li ser agirbesteke 10 rojî gihîştine lihevkirinekê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî destnîşan kir ku agirbesta navborî qebûl kirine, lê ewê ji wan herêmên li başûrê Libnanê yên ku dagir kirine venekişin.