VAN
Navenda Rehabilitasyon û Parastina Ajalên Kovî ya ku di bin banê Zanîngeha Yuzuncu Yilê (ZYY) de hat avakirin, ajalên kovî yên ku li herêmê ji ber sedemên cur bi cur birîndar dibin tedawî dike û wan dîsa berdide xwezayê.
Nêçîrvanên nezan 3 teyr û bazekî birîndar kirin û welatiyan pişt re ew anîn Navenda Rehabilitasyon û Parastina Ajalên Kovî ya ZYYê. Tedawiya bazê û teyran temam bû.
Rektorê ZYYê Prof. Dr. Peyamî Battal diyar kir çivîkên ku ji per û cihên xwe yên cuda cuda hatibûn birîndarkirin, piştî ku tedawiya çivîkan tê kirin, wan rehabilîte dikin û berdidin xwezayê. Battal got ku li navenda wan xebatên gelekî girîng tên kirin.