SILÊMANIYE
Penaberên sûriyeyî yên ku li Kampa Erbatê ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dimînin, ji ber sermaya zêde, berf û bagerê rojên dijwar derbas dikin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, bagerê banê 70 konî firand û hin tankên avê û tiwaletên prefabrîk jî quliband. Ji ber xetereya şewatê ev du roj in ku ceyranê nadin kampê. Penaber hewl didin ku xwe bi sobeyên xazê germ bikin. Berfa ku duh piştî nîvro dest pê kir, jiyana li kampê dijwartir kir.
Midûrê nehiyeya Erbatê Şiyar Mistefa hat kampa ku 500 malbat lê dimînin û li kampê lêkolînan kir. Mistefa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelekî konan ji bagerê zirar dît û got ku "Banê 70 konî firiya. Me malbatê ku li derve man di dibistana konî de bi cî kir."