Türkan Tosun
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
JOHANNESBURG
Wînnîe Madîkîzela-Mandelaya ku li Afrîkaya Başûr dijî rejima Apartheîdê ya nijadperest têkoşîn dida 81 salî wefat kir.
Wînnîe Madîkîzela jina berê ya Nelson Mandelayê Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr ê reşik ê ewil bû.
Malbata Mandela daxuyand Wînnîe Madîkîzela-Mandela demek dirêj e nexweş bû û li Nexweşxaneya Mîlparkê ya li Johannesburgê tedawî dibû, lê serê sibê wefat kir.
Hat gotin Madîkîzela-Mandela li dijî rejima Apartheîdê ya nijadperest têkoşîn dida û di vê mijarê de yeke navdar bû, ji ber vê tevgera xwe gelek caran azadiya wê hat sînorkirin û wê bedel da.
Di daxuyaniyê de hat gotin dema Nelson Mandela li girava Robbenê di hepsê de bû Madîkîzela-Mandela li Afrîkaya Başûr têdikoşiya û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Wê qismeke mezin a emrê xwe ji bo doza gelê xwe xerc kir. Gel jî wê wek Dayîka Welêt binav kir."
Madîkîzela-Mandela di sala 1957an de bi Nelson Mandela ra zewicî û 1996an de dev ji hevdu berdan. 39 salan zewicî man.
Dema Nelson Mandela wek Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr ê reşik ê ewil hat hilbijartin ew jî bûbû jina serokê dewletê yê siyasî yê ewil.
Piştî ku wan hevdu berda Madîkîzela-Mandela demeke kin siyaset kir û paşê bi tevahî dev jê berda. Lê di sala 2009an de ew car din kete parlamentoyê.