13 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
ANKARA
Di xebata têkiliyên Osmaniyan û Afrîkayê ya ku bi destê pispor Halîm Gençoglu tê kirin da eşkere bû ku li Afrîkaya Başûr doxtorê misliman ê ewil Mihemed Şukrî Efendiyê neviyê Ebubekir Efendiyê kurd e ku di dema Siltan Ebdilezîz hatiye şandin.
Encama lêkolînê di malpera Zanîngeha Cape Townê da hat weşanidin û li eleqeyeke mezin dît.
Gençoglu di mijara lêkolînê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di dema Osmaniyan da ji bo îxtilafa di navbera mislimanan da çareser bike û ilmên Îslamî hîn bike Ebubekir Efendî dişînin Afrîkaya başûr. Gençoglu destnîşan kir ku Şukrî Efendiyê neviyê Ebubekir Efendî di sala 1935an da qeydî Zanîngeha Cape Townê dibe di sala 1942yan da dîplomeya pisporiya cerahiyê distîne û dibe doxtorê misliman ê ewil.
Hewa Xeyrunîsa Xanima neviya Ebubekir Efendî jî li Londrayê tipê xilas dike û di sala 1929an da vedigere Afrîkaya başûr û wek pispora welidandina jinan û dest bi xebatê dike. Xeyrunîsa Xanim bi vê taybetiya xwe va dibe doxtora misliman a ewil ya li welêt.
Gençoglu got ku encama lêkolînê eleqeyeke mezin dît û di çapemeniyê da zehf hat weşandin û li ser gelek nîqaş derketin. Gençoglu diyar kir ku kesên li dijî neteweperestiyê piştgiriyeke mezin dane vî û bi taybetî jî femînîst gelekî pesnê Xeyrunîsa Xanimê didin.
- Wek çermreş hatiye qendkirin
Piştî ku Afrîkaya Başûr serfiraz bû Qanûna Axê hat derxistin û bû sedema cudakariyê.
Di vê demê da neteweperestî bû polîtîkaya dewletê û mislimanan jî wekî çermreşan cudakarî dît. Mihemed Şukrî Efendî û Hewa Xeyrunîsa Xanim çermsipî bûn lê belê dîsa jî wekî çermreş hatin qeydkirin. Di wê demê da heqê mislimanan tunebû hilbijêrin an jî bên hilbijartin, heta azadiya îbadetkirinê jî ji destê wan hatibû girtin.
Di qeyda Zanîngeha Cape Townê da Mihemed Şukrî Efendî wek doxtorê misliman ê ewil yê çermreş, Hewa Xeyrunîsa Xanim jî wek doxtora jinan a misliman ya ewil a çermreş hatiye qeydkirin.
Li welêt demeke dirêj heqê çermreşan tunebû ku di zanîngehan da bixwînin û perwerde ji wan ra hatibû qedexekirin.
Gençoglu got ji ber ku çermê Şukrî Efendî sipî bû û paşnava wî jî bi osmanî bû qeydî zanîngehê kirine.
Li ser banga mislimanên li Afrîkaya Başûr Xelîfê Osmanî di sala 1863yan da Ebubekir Efendî şand, û Ebubekir Efendî qasî 20 salan li wê derê wezîfe kir.