Fajton Cuka,Dzihat Aliju
17 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2023
TÎRAN (AA) - Albanyayê ji ber daxuyaniya Wezîrê Koçê yê Îngiltereyê Robert Jenrick gazî Balyozê Tîranê yê Îngiltereyê Kîng Smîth kir ku ew bê Wezareta Karên Derva û Ewropayê û hişyarî da Îngiltereyê.
Wezareta Karên Derva û Ewropayê ya Albanyayê bi nivîskî daxuyaniyek da û got ji ber daxuyaniya Jenrick Balyoz Smîth hat hişyarkirin.
Di daxuyanidê da hat gotin Wezîrê Koçê Jenrick dijî welatiyên Albanyayê zimanekî xirab bi kar aniye, ev dijî çand, aborî û civaka wan e û zirarê dide hevkariya herdu welatan.
Hat gotin ev tevger zirarê dide rûhê danezana hevpar a ku Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama û Serokwezîrê Îngiltereyê Rishi Sunak îmzekiribûn ku her du welêt hevkariya dualî bikin û hat destnîşankirin ku divê zimanê nefretê û cudakariyê neyê bikaranîn.
Wezîrê Koçê yê Îngiltereyê Robert Jenrick li ser medyaya civakî peyameke bidîmen parve kiribû û gotibû ji bo ku ew koçberên Alban dûr bixin şev û roj dixebitin û wiha dewam kiribû: "Ne tenê koçberên bêdestûr in, di nav wan da kesên sûcdar yên bitalûke yên ji ber sûcê hişbirê hatine girtin jî hene."
Wezîra Karên Derva û Ewropayê ya Albanyayê Olta Xhaçkayê jî li ser medyaya civakî bertek nîşanî Jenrick dabû û gotibû bîranînên nebaş ji hêla wezîrekî ku guh nade rêbazên demokratîk va tê bibîrxistin ku ev civakê ji hev cuda dike.