QAHÎRE
Alim û meleyên Ezherê li paytext Qahîreyê sempozyûmek li dar xistin û bang li Şêxê Ezherê Ahmet et-Tayyîbê ku piştgiriyê dide derbeyê kirin. Aliman xwest ku ew dev ji wezîfeya xwe berde.
Li Zanîngeha Ezherê sempozyûma bi navê "Melayên Li Hember Derbeyê" hat lidarxistin. Ji Ezher û Wezareta Weqfan gelek alim û mela beşdarî sempozyûmê bûn. Li wir bang hat kirin ku Serokomarê Misrê yê hilbijartî Mûhammed Mûrsî yê ku ji wezîfeya xwe hatiye jidûrxistin dîsa were li ser wezîfeya xwe.
Di sempozyûmê de ji Wezareta Weqfan mela û xatib Halef es-Suhacî, Talat Afifî yê ku di dema Serokwezîr Hîşam de Wezîrê Weqfê bû û Profesorê beşa Dîrokê yê Zanîngeha Ezherê Cemal Abdulhadî û hin melayên din axivîn.
Kesên ku beşdarê civînê bûn, pankartên bi zimanê Îngilizî ku li ser wan "Derbe na, Mûrsî bila" û "Bila kesên bêguneh nemirin" nivîsandî vekirin û dirûşm avêtin.
Di dawiya civînê de Talat Afifî danezana encamê xwend. Di danezanê de hat xwestin ku Mûhammed Mûrsî vegere li ser wezîfeya xwe, makeqanûn û Meclisa Şûrayê dîsa dest bi xebatên xwe bike, qeyrana li welêt biqede û komîsyona lihevhatinê ya neteweyî bê avakirin.
Ji hêla din alim û melayên girêdayê Ezherê li hember derbeyê "meşa bikefen" li dar xistin. Alim û mela ji Zanîngeha El-Ezherê heta Navenda Giştî ya Ezherê meşiyan û derbe protesto kirin. Alimên çalakvan, ji bo ku îradeya xwe nîşan bidin bi kefenên xwe meşiyan û xwestin ku Mûrsî dest bi wezîfeya xwe bike.