BEXDA
Li herêma el-Mhdiyyeyê, li başûrê Bexdayê teqîn pêk hat.
Di teqînê de 2 kes mirin 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên ewlekariyê hat bidestxistin, li herêma el-Mhdiyyeyê di encama teqîna mayinê de 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku li herêmê di kargehan de zirareke mezin jî çêbû.