29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2018
KOLN
Li gorî nûçeya rojnameya Express ku li eyaleta Ren Vestfalyaya Bakur tê çapkirin û tîraja wê zêde ye, xwepêşandana ku alîgirên rêxistina terorê PYD/PKKyê li Kolnê di 27ê rêbendanê da li dar xist, bi milyonan ewro zirar da aboriya bajêr.
Di nûçeyê da hat balkişandin ku esnaf herî zêde roja şemiyê firotanê dike, lêbelê ji ber xwepêşandanê duh li navenda bajêr hecma danûstandinê ji sedî 25 şikest.
Di nûçeya ku bi îmzeya Philipp J. Meckert hat weşandin da wiha hat gotin, "Ji çar mişteriyî jê yek roja şemiyê ji ber xwepêşandanê derneket danûstandinê. Esnafê Kolnê û xelkê dewrûberê pirsa wê yekê dikin bê ka ev xwepêşandan wê kêngî bi dawî bin û herkes ji vê rewşê gilîdar e."
Di nûçeyê da ji bo Kolana Schildergasse ya ku qelebalixtirîn yek ji kolanên Kolnê ye, hat destnîşankirin ku di saetekê da qedera 3 hezar û 400 kes danûstandinê dike ku roja şemiyê ji ber xwepêşandanê di navbera saet 12.00-19.00an da nêzîkî 24 hezar mişteriyî danûstandin nekir.
Di nûçeyê da hat balkişandin, heger bê hesabkirin her mişterî 50 ewro xerc dike, wê demê ziyana bi tenê ji bo kolanekî 1,2 milyon ewro ye.