Haydar Şahin,Önder Beyter
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Qesra Sipî diyar kir ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ew ê "îlan bike ku Amerîka Qudsê wekî paytextê Îsraîlê qebûl dike" û "bibêje telîmat daye ku ji bo Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tel Avîvê barî Qudsê bikin dest bi xebatan bikin."
3 rayedarên payebilind ên Qesra Sipî bi telekonferansê va ji rojnamevanan ra daxuyaniya li ser Qudsê ya Trump nirxandin.
Rayedarê payebilind ê ewil yê ku navê wî nehat eşkerekirin got, "Serokê îlan bike ku Amerîka Qudsê wek paytextê Îsraîlê qebûl dike. Wek mayîn serokê bêje telîmat daye Wezareta Karên Derva ku ji bo Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tel Avîvê barî Qudsê bikin dest bi xebatan bikin. Lêbelê ev nayê wê meneyê ku hema sibê balyozxaneyê bar bikin, ya rastî barkirina demildest jî mimkun nîne."
Rayedar wiha axivî: "Nêrîna serok ew e ku Quds hem ji bo dîroka Îsraîlê paytext e, hem jî niha gelek saziyên rêvabirinê yên Îsraîlê li Qudsê ne, ji bo vê ew ê vê rastiyê nas bike."
- Balyozxaneya teze dibe ku bi salan bê temamkrin
Rayedar destnîşan kir ku amadehiyên ji bo balyozxaneyê ji Tel Avîvê barî Qudsê bikin ew ê di kordinasyona Wezareta Karên Derva da bên kirin û wiha axivî: "Li balyozxaneya Tel Avîvê kêmzêde hezar kes dixebitin. Îro wargeheke ku em wan bar bikinê li Qudsê tune. Vî ciyî bibînin, fikara ewlekariyê çareser bikin, avahiyê ava bikin ev demeke dirêj li ber xwe bide."
Berpirsyar destnîşan kir ku der barê veguhastina balyozxaneyê da Trump wê tu nexşerêyekê pêşniyaz neke.
- Der heqê sînoran da guhertina polîtîkayê tuneye
Ji hêla din va, berpirsyar bal kişand ku ev biryar nayê wê wateyê ku di mijarên di navbera Filistîn û Îsraîlê yên wekî meseleyên sînor û yên mayîn da Amerîka wê polîtîkaya xwe biguherîne.
Berpirsyarekî din jî diyar kir ku Trump hê jî hêviya xwe diparêze ku ji bo çareseriya avabûna du dewletan, Filistîn û Îsraîl dikarin li ser rêkeftineke aştiyê li hev bikin. Heman berpirsyarî bal kişand ku li gorî wan, biryara navborî ya têkildarê Qudsê ji bo "çareseriya avabûna du dewletan" ne asteng e.
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê daxuyandibû ku Trump wê biryara xwe ya der barê veguhaztina Balyozxaneya Amerîkayê li Tel Avîvê bo Qudisê wê roja çarşemê (îro) eşkere bike.
Li gorî Qanûna Balyozxaneya Qudisê ya 1995an, rêveberiya Amerîkayê divê balyozxaneya xwe ya li Tel Avîva paytexta Îsraîlê bo Qudsê veguhazta. Lêbelê biryara navborî ev 22 sal in di serdema serokatiya Bill Clinton, George W. Bush û Barack Obama da ji ber hinceta "ewlekariya neteweyî" her 6 mehê carekê dihat paşdaxistin.