Dildar Baykan Atalay
21 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2023
Amerîkayê ji ber îhtimala ku li Kendava Besrayê Îran midaxeleyî keştiyên bazirganiyê bike biryar da ku keştiyên şer ên nû û bi hezaran jî piyadeyên behrê bişîna Rojhilata Navîn.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Hat gotin ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austîn şandina keştiyeke ambîfîbû û yekîneya wezîfeyê ya seferê ber bi Rojhilata Navîn pesend kir.
Der heqê keştî û yekîneyê da agahî nehat dayîn.
Rayedarên nexwestin navên wan diyar bibe jî gotin ku keştiya amfîbî ya USS Bataanê û 2 hezar û 500 piyadeyên seferê çûn herêmê.
Rayedaran got ku berê keştiyên şer ên bi navê "USS Mesa Verde" û "USS Carter Hall"ê jî dane herêmê û ew serê mehê ji Bêndergeha Norfolk a li ser Vîrgînîayê veqetîne.
Amerîkayê ragihand ku Îranê serê mehê li Geliyê Hurmuzê hewl da dest dayne ser du keştiyên neftê.