Nûçegihanên Anadolu Agencyê (AA) der barê ewropayiyên ku diçin Iraq û Sûriyeyê şer dikin de lêkolîn kirin û di çarçoveya lêkolînê de li ser raporên fermî, daxuyanî, lêkolînên saziyên fikr û ramanê û nêrînên pisporan sekinîn.
Milîtanên ku ji Ewropayê diçin Iraq û Sûriyeyê û şer dikin, herî zêde ji Fransa, Îngilistan û Almanyayê didin rê. Misilmanên penaber li Ewropayê herî zêde li Fransayê dijîn. Tê gotin ku heta niha ji Fransayê nêzî 900î, ji Îngilistanê 500 û ji Almanyayê jî dora 400î kes ji bo şer çûn Iraq û Sûriyeyê.
Li gor rapora şirketa "Soufan Group"ê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye û li ser ewlehiyê lêkolînan dike, ji welatên Ewropayê ji 2 hezar û 500î jortir şervan li Iraq û Sûriyeyê tevî sefên DÎŞIyê bûn. Li gor raporê emrê şervanan di navbera 18 û 29an de ye û şervan bêyî ku perwerde bibin çûn herêmê. Tê gotin ku kesên ku ji welatên misilman nînin diçin Iraq û Sûriyeyê, pişt re dibin misilman.
Tê gotin ku li herêmê hejmara şervanên biyanî bi hezaran e û ev şervan bi hinceta ku dîn biparêzin, alîkariyê bidin rêxistinên ku jê hez dikin û parastina mirovên ku li ser dînê wan in biparêzin şer dikin.
Li gor rapora 2014an ya Europola teşkîlata polêsan ya Ewropayê, roj bi roj hejmara şervanên ewropayî yên ku ji bo şer diçin Sûriyeyê zêde dibe û wiha hat gotin: "Heta ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê bidome, ji welatên Ewropayê mirovên biçin wê derê. Ji bo YEyê îhtimal heye ku şerê Sûriyeyê bibe xetereyeke mezin. Tê gotin ku heke şervanên ewropayî vegerin Ewropayê, wê ji bo Ewropayê bibe xetereyeke mezin."
- Ser û guhê îstixbarata Almanyayê li ser kesên vedigerin e
Li Almanyayê nêzî 5 milyonan misilman dijîn. Li gor reqemên fermî ji 400 kesên ku ji Almanyayê ji bo şer çûn Iraq û Sûriyeyê 100 kes zivirîn û nîvê wan 25 salî ne. Li gor îdiayan di nav kesên çûyî de 20 kes hene ku ev kes beriya çûyînê di artêşê de bûn. Tê îdiakirin, bi sedema ku van kesana perwerdeya leşkerî hildane, ji bo DÎŞIyê girîng in.
- Ji sedî 20ên ku ji Fransayê diçin, pişt re dibin misilman
Hejmara kesên ku ji Fransayê ji bo şer diçin Sûriye û Iraqê jî nêzî 900î ne. Li gor daneyên fermî tenê 332 kes çûn Sûriyeyê, ji van 100 kes cardin zivirîn. Piraniya şervanan mêr in, lê roj bi roj hejmara jinanên ku diçin herêma şer zêde dibe. Tê gotin ku ji sê şervanên biyanî duduyê wan welatiyên Fransayê ne. Tê gotin ku piraniya şervanên ku tevî DÎŞIyê dibin piştî ku propagandayên li ser înternetê tên belavkirin tevî wan dibin.
Fransa ji bo kesên ku di sefê DÎŞIyê de şer dikin tevdîrên cidî dibîne û gavan diavêje. Ji bo kontrola kesên ku diçin herêma şer zagon hat derxistin û li gor zagonê kesên ku îhtimala çûyîna wan a herêma şer hebin, pasaportên wan ji derveyî herêma Schengenê tên betalkirin. Heke mirov li gor vê qedexeyê tevnegerin û qedexeyê binpê bikin û derbikevin, ji bo wan biryara binçavkirinê tê dayîn. Ji bo komên radîkalên ku li welêt dijîn li ser înternet û medyayê şopa teknîkî tê zêdekirin.
- Hejmara kesên ku ji Îngilistanê çûne 500 e
Li gor reqemên fermî hejmara welatiyên îngiliz ên ku ji bo şer çûne Iraq û Sûriyeyê jî dora 500î ne. Li gor hin pisporan jî ev hejmar derketiye 750yî jî. Li gor îdiayan milîtanê ku serê rojnamegerê amerîkayî James Foley jêkir jî îngilizek e.
Îngilistan ji bo welatiyên xwe yên ku li Sûriye û Iraqê şer dikin venegerin welêt, hin tevdîran dibîne. Kesên ku şer dikin û ji herêmê vedigerin pasaportên wan ji wan tên stendin. Tê gotin ku ev jî nîşaneya tevdîrdîtina Îngilistanê ye.
- Li herêma şer 150 belçîkayî
Her çend nifûsê Belçîkayê 11 milyon be jî, Belçîka di nav welatên sereke de ye ku gelek şervan jê diçin Sûriye û Iraqê. Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê dibêje ku ji welatên Ewropayê nêzî 2 hezar kesî ji bo şer çûn Sûriyeyê û ji van nêzî 150 kesî jî belçîkayî ne.
- Ji Hollandayê 130 şervan
Ji Hollandayê jî gelek kes tevî DÎŞIyê dibin. Li gor daneyên Teşkîlata Îstixbarat û Ewlehiyê ya Hollandayê, dora 130 kesî ji bo şer çûn Sûriye û Iraqê. Ji van 30 kes demekê şûnde vegeriyan Hollandayê, 14 kes jî li herêmên cuda cuda di pevçûnan de mirin.
- 20 awusturyayî li herêmên şer mirin
Di nav şervanên ku ji Awusturyayê ji bo şer diçin Rojhilata Navîn xiristiyan, cihû û misilman hene. Li gor reqemên fermî ji vî welatî jî 130 kes ji bo şer çûn Sûriyeyê û hin kesê wan vegeriyan. Qismekê wan jî hê li herêmên şer in. Tê gotin, yên ku diçin bi gelemperî koçer in û pir ciwan in. Li gor daxuyaniya Awusturyayê ji kesên çûyî 20 kes mirin.
- Li Îskandînavyayê fikara terorê
Tê gotin ku kesên ji Danîmarkayê jî çûn herêma şer dora 100î ne. Ji van 11 kes li herêmê mirin. Danîmarka bi fikar e ku ev kes cardin vegerin Danîmarkayê.
- Li Balkanan li dijî alîgirên DÎŞIyê operasyon
Li Bosna Hersek, Kosova, Arnawutluk, Sibistan û Makedonyayê kesên ku ji bo şer çûn Sûriye û Iraqê vê gavê pirsgirêka ewil ya van hikûmetan e.
Rêvebiriya Kosovayê di vê mijarê de tevdîrên cidî dibîne. Meha borî li dijî DÎŞI û El Nusrayê operasyon hat kirin û 42 kesên bi şika ku li Iraq û Sûriyeyê şer kirine hatin binçavkirin.
Li gor reqemên nefermî ji Arnawudlukê jî 100 kes li herêmên şer e.
Agenformediaya saziya lêkolînê ya ku navanda wê li Îtalyayê ye bi piştgiriya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) raporek amade kir. Li gor vê raporê jimara xaçparêzên ewropayî yên ku ji bo şer diçin ba komên radîkal ên li Rojhilata Navîn zêde dibin. Di raporê de têgeha 'şervanên biyanî' hat bikaranîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku rast nîne gelemperiyê bikin û bibêjin kesên ku ji Ewropayê diçin, misilman in an jî ji bo cîhadê diçin.
Di raporê de hat gotin ku "Johan Cesarê ku mensûbê civaka Suryaniyên Xaçparêz ên Ewropayê ye li Sûriyeyê perwerdeyê dide hêzên Suryanî yên Xaçparêz ên dilkirî ên bi navê Sûtoro." Dan zanîn ku ev kes bi Yekîneya Parastina Gel (YPG) ya li Sûriyeyê re hevpar tevdigerin. Di raporê de dan zanîn ku di serê salên 2000î de jî hin kes ji Ewropayê çûn bakurê Iraqê, beşdarî hêzên milîsên suryanî bûn û perwerde dan wan. Di nav van kesên ku çûn de polêsê hollandayî Jûdî Mikhael û hevalên wî yên swîsreyî, alman û swêdî hene.
- Milîsên suryanî bi YPGyê re hevpar tevdigerin
Piraniya xaçparêzên ku ji Ewropayê diçin tevî Konseya Leşkerî ya Suryaniyan dibin û tê diyarkirin ku ev konsey ji kanûna paşîn heta niha di bin banê YPGyê de fealiyetên xwe berdewam dike. YPG bi wesîleya kurdên li Ewropayê hîbe û şervanan berhev dike û bangî ciwanên êzdî yên ku li Ewropayê dijîn dike ku bên herêmê û şer bikin. Komên girêdayî YPGyê li Almanya, Îngilistan, Fransa, Belçîka, Danîmarka, Hollanda û Awusturyayê kampanyayên arîkariyê li dar dixin. Di kampanyayan de destnîşan dikin ku "Êzdî ji ber DÎŞIyê li Şengalê bi qirkirina fizikî û çandî re rû bi rû mane."
Pisporê Rojhilata Navîn û dîrektorê "Agenfor Center"a saziya sivîl a civakî Sergio Bianchi daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Bianchi got ku hin kesên ji Ewropayê bi fikra ku li Iraq û Sûriyeyê kêmneteweyên etnîk û dînî di bin tehdeyê de ne, tevdigerin.
Bianchi got ku "Di van salên dawîn de hinek xaçparêzên ji Ewropaya Rojava ji bo ku şer bikin, çûn herêmên aloz ên li Rojhilata Navîn. Piraniya kesên ku ji Ewropayê diçin ji welatên wek Swêd, Almanya, Hollanda û Swîsreyê ne."
Bianchi da zanîn ku piraniya xaçparêzên ku ji Ewropayê diçin Sûriyeyê an suryanî ne an jî kurd in û diyar kir ku biryarek hêsan nîne ku mirov bikare ji welatên pêşketî yên Ewropaya Rojava biçe herêmên şer.
-"Niha fikara wan a herî mezin DÎŞI ye"
Bianchi destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê yên bi navê "Sûtoro" yên ku ji hêzên kurdan û xaçparêzan pêk tên, ewlehiya hin herêmên li bakurê Sûriyeyê pêk tînin. Bianchi got ku "Li Sûriyeyê bi hêzên dijberên rejimê re hin hevkarî kirin. Di nav şerê li hember DÎŞIyê de jî cî girtin. Niha fikara wan a herî mezin DÎŞI ye."
-"Leşkerên tenê"
Xîmên "Navenda Leşkerên Tenê" di sala 2009an de li Qudsê hat avêtin. Saziyên wek "Navenda Leşkerên Tenê" bi taybetî ji bo jin û mêrên ku ji derveyî welêt tên û dixwazin di nav artêşa Îsraîlê de şer bikin, gelek derfetan pêşkêş dike. Li gor "Navenda Leşkerên Tenê" ji 5 hezar û 700 leşkerên ku di bin banê wan de xizmetê dikin, ji sedî 45ê wan ji ciwanên yahûdî yên ku ji çar aliyê cîhanê hatin û bi awayekî dilkirî tevî artêşê bûn pêk tê.
Ji sedî 50yê leşkerên li "Navenda Leşkerên Tenê" an ji zarokên bêkes in an jî ji malbatên hejar tên. Li gor nêrînên hin pisporan jixwe hin ji van ciwanan di rewşa berdest de di nav civakê de nayên qebûlkirin û mecbûr dimînin ku tevî artêşê bibin. Artêşa Îsraîlê mesrefên "Navenda Leşkerên Tenê" pêk tîne û leşkerek mehane bi qasî 250 dolarî qezenc dike.
-Di nav êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de cî girtin
"Leşkerên Tenê" her çiqas cara ewil di sala 1948an de ji çar aliyê cîhanê hatibin herêmê jî îsal di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de jî navê wan hat bihîstin. Bi sedan kesên digel ku li Îsraîlê tu kesê wan tunin jî dîsa ji Ewropa û Amerîkayê hatin tevî artêşa Îsraîlê bûn û di êrîşên Îsraîlê de cî girtin.
Pisporan diyar kir ku rojavayiyên ku eslê wan cihû ne şirîkên sûcên ku Îsraîl dike, ne. Pisporan ji hikûmetan xwest ku nehêlin welatiyên wan biçin li Îsraîlê şer bikin.
Pisporên terorê û îstixbaratê yên biyanî yên ku der barê kesên ku ji welatên Ewropayê ji bo ku di eniyên rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê de li Iraqê şer bikin, lêkolînan dikin mijara şervanên biyanî ji AAyê re nirxandin.
Dîrektorê Navenda Xebatên Îstixbaratê û Ewlehiyê yê Zanîngeha Buckinghama li Îngilistanê (BUCSIS) Profesor Anthony Glees got ku kesên radîkal ciwanên misilman ên li Îngilistanê hatine dinê an jî ji welatên din koçî wir kirine, berhêlî dikin.
Glees destnîşan kir ku bangeşeyên ku li ser înternetê re tên kirin, gelek bandorê li ser ciwanan dikin. Glees da zanîn ku pêvajoya ku digihêje şîdetê dema ku ciwan radîkalan rasterast nas dikin, çêdibe.
Glees bi bîr xist ku Dîrektorê MI5a teşkîlata îstixbaratê ya îngilizan Andrew Parker eşkere kir ku jimara radîkalên li Îngilistanê bi qasî çend hezaran heye. Glees da zanîn ku li gor daneyên MI5ê jimara welatiyên îngiliz ên ku ji bo şerkirinê çûn Iraq û Sûriyeyê 500- 600 kes e ji vana bi qasî 250 kesî paş de vegeriyan.
-"Daxwaza çûna bihiştê piştgiriyê dide fikra tevîbûnan"
Pisporê têkoşîna bi radîkalîzmê re yê ku li îngilistanê dijî Jahan Mehmûd bal kişand li ser şideta ku ev demeke dirêj e li Rojhilata Navîn berdewam dike û diyar kir ku kesên ku ji bo şerkirinê diçin, her dem bûne şahidê kesên ku rastî wehşetê hatine.
Mehmûd got ku êş û azara ku misilmanên li Rojhilata Navîn dikşînin, dibin sedem ku welatiyên îngiliz biçin Sûriye û Iraqê û di eniyan de şer bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bersiva pirsa 'çima ev kes diçin û di eniyan de şer dikin?' di eslê xwe de ev e. Ev kes her dem rastî wehşetên ku jin, mêr û misilman dikşînin, tên. Li ser van hestan dixwazin ku tiştekî bikin û di dawiyê de daxwaza çûna bihiştê jî piştgiriyê dide vê fikrê."
Rîspiyên misilmanên li Ewropayê û nûnerên hin saziyên civakî ên sivîl der barê ciwanên ku ji welatên rojavayî tevî DÎŞIyê dibin daxuyanî dan nûçegihanê AAyê.
Serokê Yekîtiya Misilmanên li Brîtanyayê (MAB) Dr. Omer el-Hamdûn got ku hin ciwanên li Îngilistanê nûçeyên der barê êş û azara li Rojhilata Navîn de dişopînin û di bin bandora van nûçeyan de dimînin û dixwazin ku li dijî vê bêedaletiyê derkevin. Hamdûn got ku "Mirov bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin ji televîzyonan temaşe dikin. Dibînin ku jin û zarok ji bo arîkariyê digirîn. Me herî dawî ev yek li Xezeyê dît. Ev hesta bêedaletiyê bandorê li wan dike."
Hamdûn got ku hemû ciwanên ku ji Îngilistanê diçin herêmê ji bo şer naçin, hinek ji wan ji bo arîkariyê diçin.
Hamdûn destnîşan kir ku civaka misilman a ku li Îngilistanê dijî ji aliyê civaka rojava ve bûye wek hedef û got ku di rabirdûyê de di çapemeniya îngilizan de hema bêje der barê misilmanan de qet nûçe tunebûn. Hamdûn da zanîn ku di van demên dawîn de tenê nûçeyên neyînî çêdikin û bi vî awayî misilmanên ku li welêt dijîn wek hedef nîşan didin.
Hamdûn diyar kir ku hemû ciwanên ku ji Îngilistanê ji bo şerkirinê çûn Iraq û Sûriyeyê, wekî ku tê zanîn bêperwerdeyî û bê kar nînin û got ku "belê hin ji wan bê kar in lê hin ji wan jî di zanîngehên îngilizan de xwendekar in heta hin ji wan nû mezûn bûne."
-"Dixwazin bi mijara DÎŞIyê dengê me bibirin"
Serokê Cemeata Îslamê ya Awusturyayê Fûad Sanaç jî got "Di hemû dînan de radîkal hene. Divê kirinên wan wekî kirinên hemû civakê nîşan nedin. Ne tenê misilman, xaçparêz û cihû jî ji bo şerkirinê derdikevin derveyî welêt."
Sanaç parast ku dewlet xaçparêz û cihûyan diparêze lê belê li misilmanan xwedî dernakeve û wiha got: "Li paşxaneya DÎŞIyê de misilman tunin. Ev bangeşeyeke neyînî ya li ser misilmanan e."
-Yekîtiya Îslamê ya Makedonyayê bertek nîşan da
Serokê Yekîtiya Îslamê ya Makedonyayê Suleyman Recebî jî got ku kesên ku diçin Sûriyeyê û di eniyên DÎŞIyê de şer dikin û dimirin, nabin şehîd. DÎŞIya ku qetlîaman dike rêxistineke terorê ye. Recebî da zanîn kesên ku ji bo şerkirinê diçin herêmê zirarê didin îmaja misilman û arnawûdan.
news_share_descriptionsubscription_contact
