15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Amerîkayê eşkere kir ku li ser sînorên welatê me artêşeke terorê ava dike. Wezîfeya me jî ew e ku beriya ev artêşa terorê çêbe bê fetisandin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan li Sîncanê di merasima vekirina Febrîqeya Kazan Soda Elektrikê da axivî.
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan bal kişand ser plana Amerîkayê ya avakirina artêşa ji terorê û wiha pê da çû: "Amerîkayê eşkere kir ku li ser sînorên welatê me artêşeke terorê ava dike. Wezîfeya me jî ew e ku beriya ev artêşa terorê çêbe bê fetisandin."
- "Navê vê artêşê artêşa bêbext e"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Amerîka ji bêbextan artêşekê ava dike û wiha dewam kir: "Em baş dizanin ku evana çawa bêbext in û çawa durû ne, baş pê dizanin. Navê vê artêşê artêşa bêbextan e, bila ev jî wiha bê zanîn. Çendek bi şûnda dema serê vê artêşa terorîst a bêbext a ku ji 30 hezar kesî pêk tê, li wir ket belayê wê ewilî berê çekên xwe bidin eskerên Amerîkayê."
Di berdewamiya xeberdanê da jî Serokomar Erdogan bal kişand ser meseleya Efrîn û Minbicê û got: "Bi îzna Xwedê Artêşa Tirkiyeyê wê di demeke kurt da meseleya Efrîn û Minbicê çareser bike. Amadehiyên me temam bûn û wê operasyon dest pê bike. Peyra wê dor bê ser herêmên din."