Abdullah Tel
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
SAKARYA
Li Kaynarcaya navçeya Sakaryayê ji bo 2 bersûcên di çarçoveya doza jinika Sûriyeyî ya ducanî û sebiya wê ya 10 mehî ku hatibûn kuştin da dihatin darizandin, biryar hat dayîn.
Rûniştina dozê li 1emîn Mehkemeya Cezayên Giran a ya Sakaryayê hat kirin. Gilîdar Halid Al-Rahmun, birayên wî Muhammed û Ali Al-Rahmun û bavê jinika ducanî ya ku tevlî pitika xwe ya 10 mehî piştî destdirêjiyê hatibû kuştin Muhemmed Ebdulhadi Elî El-Rahmun, parêzerên herdu aliyan û welatî jî beşdarî rûniştinê bûn.
Mehkemeyê der bar bersûc Birol Karacal û Celal Bay da du caran cezayê heta bi hetayê û 72 sal jî cezayê hepsê birî.