Artêşa Amerîkayê ya ku piştî Herekata Kaniya Aştiyê li Sûriyeyê piraniya baregehên lê bi cih bûbû vala kir lê paşê vegeriya hin baregehan û hebûna xwe li qadên neft lê hene zêdetir kir.
Şerê navxeyî yê li Sûriyeyê di sala 2011yî da dest pê kir û Amerîka piştî êrîşên DEAŞa rêxistina terorê bi êrîşên hewayî yên li hemberî rêxistinê di Îlona sala 2014an da tevlî meseleyê bû.
Ji ber tehdîda DEAŞê artêşa Amerîkayê wek hêza bejayî YPG/PKKya rêxistina terorê bi cih kir. Hêzên Amerîkayê çek û cebilxane dan rêxistina terorê û ji aliyekî va jî ji hêla hewayê va piştevaniya xwe domandin û ji aliyekî va jî li herêmên ku YPG/PKKê dagir kir baregehên eskerî ava kirin û xwe li wan deran nîşan dan.
Amerîkayê ji sala 2015an pê va ji bo avakirina baregeh û cihên eskerî kar û xebatên xwe zêdetir kir.
Di dema operasyonên dijî DEAŞê da Amerîkayê him bi çek û cebilxaneyên xwe va û him jî bi yekîneyên taybet ên li baregeh û cihên eskerî bi cih kiribû va piştevaniya YPG/PKKyê kir û ew parast.
Serokê Amerîkayê Donald Trump par daxuyanî da û got ku ew dixwaze eskerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne lê digel vê Washîngtonê hebûna xwe ya eskerî li wê derê domand.
- Li Sûriyeyê baregeh û cihên eskerî yên Amerîkayê yên berî Herekata Kaniya Aştiyê
Hêzên bejayî yên artêşa Amerîkayê, beriya Herekata Kaniya Aştiyê ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê dijî rêxistinên terorê da destpêkirin, li qada Sûriyeyê ji xwe ra 22 herêm girtibûn û li wan deran disekinîn.
Li wan deran nêzî 2 hezar personelên eskerî yên Amerîkayê hebûn û ew li bajarê Hesekê 5 herêman, li Dêrazorê 4 herêman, li Reqayê 5 herêman, li Kobanê 5 herêman û li Minbicê jî 3 herêman bi cih bûbûn.
Heta 9ê Cotmehê baregeh û cihên eskerî yên hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ev bûn:
Rumeylan, El Wezîr, Til Beyder, Sîloyên Sabahulxeyrê û Cibseya herêmên ser (Şeddadî) bajarê Hesekê.
Li bajarê Dêrazorê qada neftê ya Omer, qada xaza siruştî ya Konîkoyê, qadên neft û xaza siruştî ya Cîfre û Tenekê.
Li bajarê Reqayê jî Tebqa, Hawilhewa, Cezre, Febrîqeya Şekir û baregeha Eyn Îsa
Li navçeya Kobanê jî Hereb Işik, Sebît, Çelbiye, Mişte Nûr û baregeha Sirînê
Li navçeya Minbicê jî Saîdiye û baregehên Dadat û Siloyan
- Amerîka di dema herekatê da ji 16 baregeh û ciyên eskerî vekişya
Li gor agahiyên AAyê ji nûçegihanên li herêmê û çavkaniyên herêmî ber hev kirin, dema Herekata Kaniya Aştiyê dewam dikir hêzên Amerîkayê ji Minbicê dest pê kirin ji 16 baregeh û ciyên eskerî yên li Kobanî, Reqa û Hesekeyê vekişiyan.
Eskerên Amerîkayê yên ji hemû baregeh û ciyên eskerî yên li Reqa, Minbic û Kobaniyê vekişiyan ji Dêrazorê ya herêma petrolê venekişiyan û baregahên li qada petrolê ya Hesekeyê vala nekirin.
Baregeh û ciyên eskerî yên artêşa Amerîkayê ji vekişiyan wiha ne:
Li Hesekeyê baregehên Til Beyder, Sîloyên Sebahulxeyrê û El Wezîrê
Li Reqayê baregehên Tebqa, Hawilhewa, Cezre, Fabirqeya Şekir û Eyn Îsayê.
Li Kobaniyê baregehên Xirab Eşq, Çelbiye, Sebît, Meşte Nûr û Sirînê.
Li Minbîcê baregehên Saîdiye, Dadat û Sîloyan.
Çend roj beriya destpêkirina herekatê Amerîkayê 4 ciyên çavdêriyên yên li sînorê Tirkiyeyê jî vala kiribû.
- Bi sekinandina herekatê Amerîka vegeriya 4 baregeh û ciyên eskerî
Bi sekinandina herekatê va eskerên Amerîkayê vegeriyan hin baregeh û ciyên eskerî yên di dema herekatê da hatibûn valakirin.
Eskerên Amerîkayê paşê dîsa vegeriyan li hemû baregeh û ciyên eskerî yên li Hesekeyê û baregeha Sirînê ya li ser rêbejaya M4ê bi cî bûn.
Lêbelê hat ragihandin ku rewşa li Sirînê ne diyar e, piraniya eskerên Amerîkayê vekişiyan û li bendê ne ku yên mane jî vekişin.
Amerîkaya dîsa li baregeha Cezreyê ya li Reqayê bi cî bû ji bo parastina baregeha Fabirqeya Şekir a avakirina wê demekê berê hatibû temamkirin kêm esker şandin.
Vegereke ber bi Minbicê qet nehat bihîstin.
- Li Dêrazorê baregehên teze tên avakirin
AAyê di 4ê mijdarê da ragihandibû ku Amerîkayê ji bo li Dêrazorê 2 baregehên teze ava bike dest bi xebatan kir. Wekî mayîn Amerîkayê 250-300 esker, wesayîtên bizirx, sîlahên giran û cebilxane jî sewqî vê der kiribû.
Artêşa Amerîkayê li qadên petrolê yên di dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da dewriyeyên xwe didomîne.