Abdullah Tel
09 Mijdar 2019•Rojanekirin: 10 Mijdar 2019
Li Bexdaya paytextê Iraqê ji ber mudaxeleya hêzên ewlehiyê yên ser xwepêşandêran 15 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda, hêzên ewlehiyê li ser Kolana Reşîd a navenda paytext e mudaxeleyî kesên beşdarî çalakiyên dijî hikûmetê ne, kir.
Hat gotin hêzên ewlehiyê bi mebesta çalakvanên li nêzî "Pireya Sînekê" ya ber bi Herêma Kesk va vedibe û nêzî "Qada Tehrîrê" ku navenda xwepêşanê ye kom bûbûn, belav bike, bombeyên xazê û xaza rondikrêj bi kar tîne û ji ber mudaxeleyê heta niha 15 kes birîndar bûn.
- Xwepêşandanên li Iraqê ya ku xwîn rijiya
Şêniyên Iraqê bi mebesta protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên kamuyê yên li welêt li cihên cuda yên welêt çalakiyan li dar dixin. Xwepêşandêran di 1ê Cotmehê da ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn xwepêşandanên xwe lê di 25ê Cotmehê da careke din dest bi çalakiyan kirin.
Li gor agahiyên ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Serbixwe ya Iraqê û Neteweyên Yekbûyî weşandin ji 1ê Cotmehê heta niha ji 280yî zêdetir xwepêşendêr ji ber mudaxaleya hêzên ewlehiyê can dan û bi hezaran jî birîndar bûn.