WASHINGTON
Li Amerîkayê eyaleta Florîdayê pasvanekî çermspî George Zîmmerman ciwanê reşik Trayvon Martîn kuşt. Lê dadmend kujer "bêsûc" hesiband û serbest hişt. Li ser vê li giştiyê welêt protesto hatin lidarxistin.
Bi hezaran Amerîkî biryara dadgehê wek "bêedalet" nirxand û ji New Yorkê heta Los Angelesê bi dirûşmên "Ji bo Traycon Martîn edalet", "Heke Edalet tune be aşitî jî tuneye" meşiyan.
Li Washîngtona paytextê Amerikayê bi hezaran kes li Parka Hill Merîdîanê ya Malcolm Xê li hev civiyan û li kolana "U Street"ê meşiyan. Çalakvanan slogan avêtin. Roja ku Martîn hat kuştin tîşortek li ser bû. Çalakvanan jî heman tîşortê li xwe kirin.
Çalakvan ji kolana U Streetê derbasî Zanîngeha Howardê bûn ku ew zanîngeh ji bo reşikan pir girîng e. Li wir jî ji bo Martîn merasimeke bîranînê li dar xistin. Xwepêşandan her çiqas ji reşikan pêk bê jî, Amerîkiyên çermspî jî piştgirî dan wan.
Hin çalakvan êvarê li ber Wezareta Edaletê sekinîn û pankarteke ku li ser "Ji boTrayvon Edelat" nivîsî bû, vekirin.