Fatih Gazioğlu
17 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov, polîtikayên Amerîkayê rexne kir û got li Sûriyeyê tu vîzyona wan tuneye wiha axivî: "Amerîkayê ji serî de bi Kurdan re hereket kir û nexwest acizbûna Tirkiyeyê bibîne."
Lavrov li Munîha bajarê Almanyayê beşdarî Konferansa Ewlehiya Munîhê ya 54emîn a Navneteweyî bû. Lavrov li vê derê ji bo kanala Euronewsê der barê rojevê de hin nirxandin kirin.
Lavrov got ku Amerîka ev 2-3 sal e bi neheqî li Sûriyeyê dimîne û wiha dewam kir:
"Amerîkayê ji serî de bi Kurdan re hereket kir û nexwest acizbûna Tirkiyeyê bibîne. Em dikarin li ser awayê Tirkiyeyê nirxandinan bikin lê ev rastiyek e û tu carî jî nehat veşartin. Tirkiye hin komên li Sûriyeyê wekî rêxistinên terorê qebûl dike û dibêje ew perçeyekî PKKyê ne. Tirkiyeyê çend caran hişyar kiribû û gotibû 'em nahêlin bakurê Sûriyeyê bikeve destê Kurdan. Lê Amerîkayê guhê xwe neda van hişyariyan û arîkariya çekan da Kurdan."