Nihat Kavşut
17 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
MUNÎH
Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê destnîşan kir pêwendiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê da "erênî" dibîne.
Stoltenberg di Konferansa Ewlwehiyê ya Munîhê ya Navneteweyî ya 54emîn da ku li Muniha bajarê Almanyayê hat kirin da daxuyanî da.
Jens Stoltenberg diyar kir ji ber serdana Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê ya li Tirkiyeyê "kêfxweş e" û got ku Amerîka û Tirkiyeyê demeke dirêj di têkoşîna dijî DEAŞê da bi hev ra hereket kirine.
Stoltenberg destnîşan kir Tirkiyeyê bi binesazî, balafirgeh û baregehên xwe yên eskerî di têkoşîna dijî DEAŞê da roleke mezin lîstiye û got hevdîtinên di navbera Tirkiye û Amerîkayê da duh li Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê hatin kirin erênî dibînim.
Jens Stoltenberg diyar kir NATOyê bala xwe bide ser perwerdekirina hêzên li Iraqê û wiha got: "Iraq û Tirkiyeya mutefiqê NATOyê cînar in. NATO dixwaze li herêmên cînar îstiqrar çêbe."
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya Navneteweyî ya 54emîn ku Serokwezîr Bînalî Yildirim jî beşdar bû wê di 18yê sibatê da biqede.