Haydar Şahin
22 Gulan 2020•Rojanekirin: 23 Gulan 2020
Artêşa Libyayê diyar kir ku li başûrê Trablusê pêş ketin, ciyên girîng ên milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên nemeşrû yê li rojhilatê welêt hildabûn kontrola xwe hatin hildan.
Di daxuyaniya yekeya çapemeniyê ya Operasyona Volkana Hêrsê da hat destnîşankirin ku hêzên artêşê li herêmên Selahedîn û Meşrûyê yên li başûrê Trablusê pêş da çûn. Hêzên artêşê hin ciyên girîng ji milîsên Hefter sitandin.
Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî yê Ofêsa Medyayê ya Şer a Artêşê da hat gotin ku hêzên hikûmetê li Selahedînê kontrola daîreya pasaportê û Kampa Tekbaliyê hildan destê xwe.
Artêşa Libyayê di 18ê gulanê da kontrola Watiyeya Baregeha Eskerî hildabû destê xwe û bajarokên li herêmê ji milîsên Hefter xilas kiribûn.
Artêşa Libyayê ya do jî kontrola bajaroka Esabîayê ya li başûrê Trablusê hildabû destê xwe diyar kir ku di 72 saetên dawîn da 3 bajarokên li sînorê Tûnisê jî paşda hildan û ji milîsan paqij kirin.