Önder Beyter
04 Hezîran 2020•Rojanekirin: 04 Hezîran 2020
Artêşa Lîbyayê eşkere kir ku wan herêmên Eyn Zara û Wadî er-Rebî yên li başûrê paytext Trablusê ji milîsên serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt Xelîfe Hefter rizgar kirin û kontrola van herêman bi temamî kirin destê xwe.
Berdevkê Artêşa Lîbyayê Albay Mihemed Kununu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku yekîneyên artêşê, milîsên Hefter ji herêmên Eyn Zara û Wadî er-Rebî yên li başûrê Trablusê derxistin û kontrola van herêman bi temamî kirin destê xwe.
Milîsên Hefterê ku bi qasî salek berê fermana êrîşê dabû, van dawiyan li hemberî artêşa Lîbyayê ser hev şikestinan dixwe.
Artêşa Lîbyayê ragihandibû ku piştî temamî qeraxê rojava, herêmên li başûrê Trablusê û Baregeha Watiyeyê ya stratejîk a li rojavayê welêt, duh jî Balafirgeha Trablusê ji milîsên Hefter rizgar kir.